1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Wezîrê Karên Navxwe yê Îranê: Divê PKK û PJAK çekên xwe deynin
Wezîrê Karên Navxwe yê Îranê: Divê PKK û PJAK çekên xwe deynin

Wezîrê Karên Navxwe yê Îranê: Divê PKK û PJAK çekên xwe deynin

.

A+A-

Wezîrê Karên Navxwe yê Îranê Skender Mûminî diyar kir ku divê Tirkiye, Îran, Îraq û Sûriye ji bo çareseriyeke mayînde bi hev re tevbigerin û got, "PKK, PJAK û hemû baskên wan divê dawî li hebûna xwe bînin û çekên xwe deynin."

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Mustafa Çîftçî û Wezîrê Karên Navxwe yê Îranê Skender Mûminî li Enqereyê civiyan.

Mûminî: Çar welat divê mil bidin hev

Wezîrê Karên Navxwe yê Îranê Skender Mûminî bal kişand ser pêwendiyên Tirkiye û Îranê û “girîngiya hevkariya di warê ewlehiyê de.”

Mûminî li ser pêvajoya çareseriya siyasî ya di navbera PKK û Tirkiyeyê de nirxandin kirin û anî zimên ku ew piştgiriyê didin vê pêvajoyê.

Skender Mûminî da zanîn ku ji bo çareseriyeke mayînde divê Tirkiye, Îraq, Îran û Sûriye bi hev re gavên hevpar biavêjin û got:

"Ez we ji ber pêkanîna çareseriya siyasî ya bi PKKyê re pîroz dikim. Em piştgiriyê didinê.

Divê Tirkiye, Îraq, Îran û Sûriye wekî çar welatan ji bo çareseriyeke bingehîn mil bidin hev.

Heta ku çek neyên danîn aştî nabe. Divê PKK, PJAK û hemû baskên wan dawî li hebûna xwe bînin û çekên xwe deynin."

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Mustafa Çîftçî jî li ser qonaxa dawî ya pêvajoya çareseriyê axivî.

Çîftçî da zanîn ku ew piştî fesix û çekdanîna PKKyê pêvajoya “tesfiyekirina baskên wê yên li navçe û herêmên cuda” dişopînin.

Mustafa Çîftçî destnîşan kir ku “tesfiyekirina PKKyê ya li Sûriye û Îraqê ji bo aramiya herêmê gelekî girîng e” û divê baskê rêxistinê yê li Îranê (PJAK) jî bikeve nav vê pêvajoyê.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.