1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Buldan: Birêz Ocalan dê di Desteya Bêçekbûn û Siyasîbûnê de cih bigire
Buldan: Birêz Ocalan dê di Desteya Bêçekbûn û Siyasîbûnê de cih bigire

Buldan: Birêz Ocalan dê di Desteya Bêçekbûn û Siyasîbûnê de cih bigire

.

A+A-

Pervîn Buldanê got, “Birêz Ocalan dê di Desteya Bêçekbûn û Siyasîbûnê de cih bigire.”

Endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Parlamentera Wanê Pervîn Buldan li Taksîma Stenbolê li otelekê li gel nûnerên medyayê civiya.

Pervîn Buldanê di civînê de li ser pêvajoya çareseriyê, "yasaya çarçoveyê" û daxuyaniyên Abdullah Ocalan agahî dan.

Buldanê diyar kir ku piştî civîna yekem a desteya bilind, dê pêvajoya avakirina desteyên jêrîn dest pê bike û got:

 "Yek ji van desteyên jêrîn, dê ‘Desteya Bêçekbûn û Aiyasîbûnê' be û Birêz Ocalan jî dê di vê desteyê de cih bigire. Ji ber ku birêz Ocalan dê vegeran organîze jî bike."

Buldanê her wiha destnîşan kir ku pêwîstiya pêvajoyê bi desteyeke jinan jî heye û wan ev daxwaz hem di hevdîtinên li gel rayedarên dewletê de û hem jî di hevdîtina bi Serokkomar re aniye ziman.

"Em tenê sibehê pê hesiyan"

Pervîn Buldan li ser pêvajoya amadekirina yasaya nû wiha axivî:

"Ji destpêkê ve me xwest em yasayê bibînin û bibin ji Birêz Ocalan re lê ev yek pêk nehat. Di hevdîtina me ya dawî ya li gel Birêz Ocalan de, me nêrînên xwe yên li ser prensîbên yasayê parve kirin, ne li ser reşnivîsa wê.

Lê belê hevalên me tenê rojek beriya ku yasa derkeve li gel hiqûqnasên AK Partiyê civiyan û me tenê sibeha wê roja ku yasa derdiket, karî reşnivîsê bibînin."

Buldanê nêrînên Ocalan ên derbarê yasayê jî wiha veguhastin:

"Di hevdîtina dawî de li ser yasayê wiha got: ‘Ez pir li ser têgehan asê namînim. Ji bo me ya girîng derketina vê yasayê ye. Ev yasayeke kilîl e, yasayeke kok e, her wiha qalik e.

Ev yasa di meseleya Kurdan de qalikek e. Helbet em dê di qonaxên pêş de nîqaş bikin ka em dê vê yasaya kok çawa bi pêş bixin.

Lê min ji bo gihiştina vê qonaxê hewleke mezin da û ez bi kişikeke (satranç) yekkesî lîstim.’

Ev gotin bi temamî ya wî ye. Helbet di vê kişika yekkesî de demên ku wî zehmetî kişandin jî hebûn lê wî her tim erênî li mijarê nêrî.

Wî hewl da rewşekê biafirîne ku tê de têkoşîna çekdarî bi dawî dibe û têkoşîna siyasî dest pê dike."

"Ev serdem nêzîktirî aştiyê ye"

Pervîn Buldanê destnîşan kir ku dema ev serdem û pêvajoya 2013-2015an tên berhevkirin, ev serdema nû zêdetir cihê hêviyê ye û got:

"Di wê serdemê de atmosfereke wiha nebû ku hemû aliyên siyasî erênî li meseleyê binêrin.

Wekî mînak; daxuyanî û helwêsta Serokê MHPyê Birêz Bahçelî belkî jî bû sedema bidawîbûna wê pêvajoyê.

Lê di vê serdemê de, divê em hewl û tevkariyên Birêz Bahçelî bi teqdîr bikin û keda wî ya di vê mijarê de bibînin."

Buldanê eşkere kir ku dê di 24ê Tebaxê de desteyeke bilind bê avakirin û ev deste dê yekemîn civîna xwe pêk bîne û axaftina xwe wiha domand:

“Yekser piştî civîna yekem a desteya bilind, dê ji bo avakirina desteyên jêrîn pêvajoyek dest pê bike.

Yek ji van desteyên jêrîn, dê Desteya Bêçekbûn û Siyasîbûnê be û Birêz Ocalan jî dê li vir cih bigire.

Ji ber ku Birêz Ocalan dê vegeran organîze jî bike. Li gel vê yekê, me di hemû hevdîtinên xwe de anî ziman ku pêwîstî bi desteyeke jinan jî heye; me ev daxwaz hem di hevdîtinên xwe de hem jî di hevdîtinên li gel rayedarên dewletê de bi lêv kir.

Min bi xwe jî di hevdîtina li gel birêz Serokkomar de ev yek anî ziman.”

“Birêz Ocalan behsa partiyeke nû dike”

Buldanê ragihand ku wan daxwaza sepandina biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) gihandiye Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan.

Wê da zanîn ku ew pêşbînî dikin girtiyên wekî Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî li gorî bipêşketina pêvajoyê bên berdan.

Buldan li ser kongreya DEM Partiyê ya ku dê 6ê Îlonê pêk were jî axivî û got:

"Kongreya me ya bingehîn ne ev e. Em texmîn dikin ku kongreya bingehîn dê beriya Newrozê pêk bê.

Ya 6ê Îlonê tenê ji ber neçariya yasayî wekî formalîte tê kirin. Piştî wê dê amadehiyeke nû dest pê bike.

Di vê amadehiyê de Birêz Ocalan qala partiyeke nû dike; ango guhertina rêzikname, bername û kadroyan.

Dê tevgereke nû û rêxistinbûneke nû derkeve holê ku piştî kongreya 6ê Îlonê dest bi xebatên xwe bike."

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.