1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Hestiyên kurê wê bi kargoyê jê re şandibûn: Halîse Aksoy hat berdan
Hestiyên kurê wê bi kargoyê jê re şandibûn: Halîse Aksoy hat berdan

Hestiyên kurê wê bi kargoyê jê re şandibûn: Halîse Aksoy hat berdan

Halîse Aksoya ku bi dîmenên dema hestiyên kurê xwe werdigire tê naskirin, hat berdan.

A+A-

Hestiyên kurê Halîse Aksoyê yê bi navê Agît Îpek bi kargoyê jê re hatibûn şandin.

Aksoy piştî vê yekê 28ê Nîsana 2023yan jî li ser îfadeyên kesekî hatibû girtin.

Rûniştina sêyem a doza Halîse Aksoyê li Dadgeha 10emîn a Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin.

Li gorî nûçeya MAyê, Aksoy û parêzerên wê Zeynep Karayilan û Necat Çîçek beşdarî rûniştina dadgehê bûn.

Dozgeriyê xwest Aksoy girtî bimîne da ku “kêmasiyên dosyeyê werin temamkirin.”

Parêzeran jî xwest ku Aksoy were berdan.

Dadgehê got ku gumana revê ya Aksoyê tune û biryara berdana wê da.

Rûniştina dozê taloqî 18ê Îlonê hat kirin.

rudaw kurdî

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.