1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Guterres: Rageşiya li Rojhilata Navîn ji bo cihanê metirsî ye
Guterres: Rageşiya li Rojhilata Navîn ji bo cihanê metirsî ye

Guterres: Rageşiya li Rojhilata Navîn ji bo cihanê metirsî ye

Antonio Guterres di civîna Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de axivî û diyar kir ku rageşiya li Rojhilata Navîn ji bo cihanê metirsî ye.

A+A-

Îro Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî Ii ser rojeva êrîşa Îranê ya li xaka Îsraîlê civiya.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres jî li civîna konseyê li ser aloziyên Îran û Îsraîlê axivî.

Antonio Guterres ji bo berpirsiyariyê wergirin bang li Îsraîlê û Îranê kir û da zanîn ku zêdebûna rageşiyê ya li Rojhilata Navîn ji bo herêmê û cihanê dibe metirsî.

“Em êrişan şermezar dikin”

Antonio Guterres amaje bi şerê Xezeyê jî kir û wiha got:

“Niha dema wê yekê ye ku hemû alî berpirsiyariyê wergirin û rageşiyê kêm bikin.

Em êrişa Îranê ya li ser Îsraîlê şermezar dikin.

Me roja ku Îsraîlê êrişî Konsulxaneya Sûriyeyê kiribû, di heman rojê de ew êriş jî şermezar kiribû.

Divê hemû alî xwe ji ji wan pêngavan dûr bigirin ku rê li ber çeperên şer vedikin.

Li Xezeyê rewş her ku diçe xirabtir dibe. Divê li Xezeyê bi lez agirbestek were ragihandin.

Dîlên şer ên Xezeyê jî divê bên azadkirin û ji bo alîkariya mirovî bigihê Xezeyê hemû alî berpirsiyariyê wergirin.”

Çi bûbû?

Îsraîlê 1ê Nîsanê êrişî avahiya Konsulxaneya Îranê ya Şamê kiribû.

Di êrişê de ji Supaya Pasdaran a Îranê 2 jê general bi giştî 7 kes hatibûn kuştin.

Îranê ragihandibû ku êrişa li Konsulxaneya Îranê ya Şamê tê wateya êrişkirina ser axa wan û ew dê bersivê bidin.

Îsraîlê jî diyar kiribû ku ew jî dê bersiva êrişa Îranê bide.

Îranê pêr bi sedan dronên kamîkaze, mûşekên balîstîk û krûz êrişî Îsraîlê kir.

Îranê ragihand ku li hin armancên leşkerî hatiye xistin.

Îsraîlê jî ragihand ku piraniya êrişan bi sîstema parastina asmanî hatine astengkirin lê mûşekek li baregeheke leşkerî ketiye.

Amerîka, Brîtanya, Fransa, Almanya, Îtalya, Erebistana Siûdî, Urdin û Yekîtiya Ewropayê êrişa Îranê ya li ser Îsraîlê şermezar kir.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.