1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Dê koçberên Sûriyeyê bên dersînorkirin
Dê koçberên Sûriyeyê bên dersînorkirin

Dê koçberên Sûriyeyê bên dersînorkirin

Koçberên Sûriyeyê yên ku bi awayekî neyasayî li Libnanê dimînin dê bên dersînorkirin.

A+A-

Li Libnanê di van demên dawî de nerazîbûn û tundiya li dijî koçberên Sûriyeyê zêde bûne.

Hikûmeta Libnanê mijara dersînorkirina koçberên Sûriyeyê gotûbêj kir.

Hikûmeta karbirêker a Libnanê bi serokatiya Serokwezîr Necîb Mîqatî li ser mijara dersînorkirina koçberên Sûriyeyê yên neyasayî civiya û biryar da.

“Ji şaredaran hat hat xwestin ku hemû saziyên neyasayî bên girtin”

Wezîrê Ragihandinê yê Libnanê Ziyad Mikarî li ser mijarê got:

“Di derbarê hebûna Sûriyeyiyan de, amadebûyan pirsa cudakirinê ya di navbera koçberan û ne koçberan de gotûbêj kir.

Pirsa kî bi awayekî yasayî û kî ne awayekî yasayî li vê derê ye.

Bêyî karê niha yê ku koçber li ber çav bên girtin bicihkirina yasayên Libnanê hat xwestin.”

Ji şaredaran hat hat xwestin ku hemû saziyên neyasayî bên girtin.”

Dersînorkirina koçberên Sûriyeyî

Di Çiriya Pêşîna 2022yan de Hikûmeta Libnanê dest bi dersînorkirina hinek koçberên Sûriyeyê yên li navçeya Irsalê kiribû.

Neteweyên Yekbûyî li dijî dersrînorkirina koçberên Sûriyeyê ye, dibêje hîn welatê wan ne aram e û şert û mercên jiyana mirovî li vî welatî metirsîdar in.

Ziyad Mikarî wiha pê de çû, “Pirsa çareserkirina tijîbûna zindanan û dersînorkirina Sûriyeyiyan li gorî yasa û rênimayên Libnan hat gotûbêjkirin.

Herwiha tekezî li ser bicihkirina hemû biryar û daxuyaniyên pêwendîdar ên ji aliyê Wezatreta Karên Navxwe û şaredariyan ve yên girêdayî koçberên Sûriyeyê hat kirin.”

Hikûmeta Libnanê diyar kir ku zêdeyî 2 milyon koçberên Sûriyeyê li ba wan dijîn.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî 805 hezar koçberên Sûriyeyê yên li Libnanê li ba wan tomarkirî ne.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.