
Tirkiye û Iraq danûstandinan li ser projeyeke stratejîk a gazê dikin
.
Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê ragihand, ew bi Iraqê re kar li ser projeyeke girîng a gaza xwezayî dikin. Li gorî projeyê, di qonaxa yekem de dê gaza santralên elektrîkê yên Iraqê were dabînkirin û di qonaxa duyem de jî gaza welatên Kendavê di ser Iraqê re bigihe Ewropayê.
Wezîrê Enerjiyê û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar, roja 4ê Tebaxa 2026an, derbarê hevkariya enerjiyê ya di navbera Enqere û Bexdayê de diyar kir, her du welat li ser projeyên stratejîk ên ku dê binesaziya enerjiyê ya navçeyê biguherînin, di gotûbêjan de ne.
Bayraktar destnîşan kir, di qonaxa yekem a projeyê de, Tirkiye dê bi rêya binesaziya xwe gaza xwezayî ji bo santralên berhemanîna elektrîkê yên Iraqê dabîn bike. Ev gav dê bibe alîkar ku Iraq beşek ji pêdiviyên xwe yên sotemeniyê dabîn bike.
Di berdewamiya daxuyaniya xwe de, wezîrê Tirk aşkere kir ku ew li ser çêkirina xeteke nû ya boriyan dixebitin ku dê ligel xeta neftê ya Besrayê dirêj bibe. Armanca vê xetê ew e ku gaza Qeterê û welatên din ên Kendavê di ser axa Iraqê re derbasî Tirkiyeyê bibe û ji wir jî pêşkêşî bazarên Ewropayê bê kirin.
Bayraktar bal kişand ser binesaziya pêşketî ya Tirkiyeyê û got: "Tirkiye xwediyê zêdetirî 20 hezar kîlometre xeta sereke ya gaza bi zexta bilind û nêzîkî 220 hezar kîlometre tora belavkirinê ye." Herwiha wekî alternatîf behsa rêyeke din kir ku dikare di ser Qeter, Siûdiye, Urdin û Sûriyeyê re derbasî Tirkiyeyê bibe.
Ev geşedan piştî hevdîtina şandeya Iraqê ya bi serokatiya Wezîrê Petrolê Basim Mihemed Xuzeyir tê ku di 1ê Tebaxa 2026an de li Enqereyê pêk hatibû. Di wê civînê de, her du welatan li ser hinardekirina rojane 750 hezar bermîl petrol bi rêya bendera Ceyhanê li hev kiribûn. Hat ragihandin ku armanc ew e ev rêje di pêşerojê de bigihe 1.5 mîlyon bermîlan.
Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî (X) daxuyaniyek belav kir û ev lihevkirin wekî "destkeftiyeke stratejîk a girîng" pênase kir. Zeydî diyar kir, peymana çarçove ya di navbera her du welatan de ne tenê petrolê, di heman demê de warên elektrîk, av û hevkariyên aborî jî li xwe digire.
Zeydî destnîşan kir ku ev pêngav dê bibe sedema geşepêdan û aramiya zêdetir di navbera her du welatan û tevahiya herêmê de.


HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.