1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Serokwezîrê Îraqê ji Mesrûr Barzanî re got: Ev êriş bi ti awayî nayên qebûlkirin
Serokwezîrê Îraqê ji Mesrûr Barzanî re got: Ev êriş bi ti awayî nayên qebûlkirin

Serokwezîrê Îraqê ji Mesrûr Barzanî re got: Ev êriş bi ti awayî nayên qebûlkirin

.

A+A-

Serokwezîrê Îraqê bi rêya telefonê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re axivî û ragihand, “Ev êrişên li ser Îraq û Herêma Kurdistanê bi ti awayî nayên qebûlkirin.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî îro telefonî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kiriye.

Elî Zeydî êriş şermezar kir

Li gorî daxuyaniya Hikûmetê, Elî Zeydî di wê pêwendiyê de êrişa bi dronan a li ser nivîsgeha taybet a Serokê Hikûmetê û cihê mayîna birêvebirê Ajansa Parastinê şermezar kiriye û gotiye:

“Ev êrişên li ser Îraq û Herêma Kurdistanê bi ti awayî nayên qebûlkirin.”

Mesrûr Barzanî bal kişand ser aramiyê

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Mesrûr Barzanî ji bo peywendî û şopandina Serokwezîrê Federal "spasiya" wî kiriye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê her wiha bal kişandiye ser “girîngiya parastina ewlehî û aramiya Îraq û Herêma Kurdistanê.”

Çi bûbû?

Dijîterora Kurdistanê doh ragihand ku 2 dronên bombebarkirî avêtine Ofîsa Taybet a Serokwezîr û cihê mayînê yê Berpirsê Ajansa Parastinê.

Li gorî daxuyaniya Dijîterora Kurdistanê, doh (17ê Tebaxa 2026an) demjimêr 00:28an, 2 dronên bombebarkirî yên "Hedîd-110" ji aliyê sînorê Îranê ve hatine avêtin.

Dijîterorê da zanîn ku dron berdane baregeha Ofîsa Taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û cihê mayînê yê Berpirsê Ajansa Parastinê yên li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê.

Her wiha hat diyarkirin ku di êrişê de zererên canî çênebûne.

Dijîterorê di daxuyaniya xwe de ev êriş şermezar kirin û got:

"Em van êriş û destdirêjiyan bi tundî şermezar dikin û bi ti awayî nayên qebûlkirin, hemû berpirsyariya encaman jî di stûyê encamderan de ye."

Hedîd-110

Hedîd-110 drona Îranê ya herî bilez e, leza wê di demjimêrekê de digihîje 510 kîlometreyan û motora wê ji cureyê turboyê ye.

Ev dron dikare heta 9 kîlometreyan bilind bibe û demjimêrekê bifire û 350 kîlometreyan dûr here.

Her wiha, dikare 30 kîlogram teqemenî hilgire.

Dron ji bo wê hatiye çêkirin ku beriya pergalên parastina asmanî wê bibînin, bi lez û bez asmanê aliyê beramber derbas bike.

Ev cureyê dronê ji bo armanckirina radar, pêgehên hestyar, navendên fermandariyê û binesaziyên girîng hatiye çêkirin.

Cara yekem di Adara 2026an de di şerê li dijî Îsraîl û Amerîkayê de ji aliyê Supaya Pasdaran a Îranê ve hat bikaranîn.

Îranê bi awayekî fermî nirxê wê eşkere nekiriye lê tê texmînkirin ku nirxê wê di navbera 20 hezar û 50 hezar dolarî de ye.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.