1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bîlançoya giran a trafîkê: Di 6 mehan de 129 kes mirin
Li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bîlançoya giran a trafîkê: Di 6 mehan de 129 kes mirin

Li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bîlançoya giran a trafîkê: Di 6 mehan de 129 kes mirin

.

A+A-

Birêvebiriya Parastina Sivîlan a Sûriyeyê li ser qezayên trafîkê yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê amarên nû belav kirin.

Li gorî daxuyaniyê, di nîvê yekem ê sala 2026an de rêjeya qezayên trafîkê li gorî heman dema sala borî bi awayekî berbiçav bilind bûye û nêzîkî du qatan zêde bûye.

Li gorî amarên fermî yên Birêvebiriya Parastina Sivîlan a Sûriyeyê di 6 mehên destpêkê yên sala 2026an de 2 hezar û 496 qezayên trafîkê hatine tomarkirin.

Di van qezayan de 129 kes mirine û 2 hezar û 337 kes jî bi astên cuda birîndar bûne.

Di nîvê yekem ê sala 2025an de hejmara qezayan tenê hezar û 279 bû û Di wan qezayan de 74 kes miribûn û hezar û 172 kes jî birîndar bûbûn.

Sedema sereke leza zêde ye

Di rapora Birêvebiriya Parastina Sivîlan a Sûriyeyê de hûrgiliyên sedemên qezayan jî hatine eşkerekirin.

Li gorî raporê, bi rêjeya ji sedî 31ê leza zêde ya şofêran di rêza yekem a sedemên qezayan de cih digire.

Sedemên din ên sereke jî wiha hatine rêzkirin:

·         Derbasbûna neyasayî: Ji sedî 14

·         Derketina ji nişka ve ya pirsgirêkên teknîkî yên di wesayîtan de: Ji sedî 10

·         Şemitîna wesayîtan a li ser rêyan: Ji sedî 7

Her wiha li gorî lêkolîna Birêvebiriya Parastina Sivîlan a Sûriyeyê ji sedî 58ê qezayên trafîkê li derveyî bajaran, li ser rêyên giştî qewimîne û ji sedî 42yê qezayan jî li navenda bajar û navçeyan çêbûne.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.