1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Îranê êrişî baregehên Amerîkayê kir
Îranê êrişî baregehên Amerîkayê kir

Îranê êrişî baregehên Amerîkayê kir

.

A+A-

Artêşa Pasdaran a Îranê ragihand ku wan bi dronan êrişî hêzên leşkerî yên Amerîkayê yên li Kuweytê kiriye.

Di daxuyaniya Pasdaran de hat angaştkirin ku li Baregeha Hewayê ya Elî Salimê ya li Kuweytê li depoyeke kel û pelên leşkerî, sîstemeke parastina asmanî ya Patriotan û hangara dronên MQ-9 hatine xistin.

Hat angaştkirin ku li Kampa Udeyriyê jî cihên ku leşkerên Amerîkayê li wan bi cih bûne û 2 hangarên helîkopteran bûne hedef.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di êrişan de “hinek leşkerên Amerîkayê mirine yan jî birîndar bûne û zerereke mezin gihîştiye gelek helîkopter û dronan.”

Pasdaran angaşt kir ku Amerîkayê li Îranê êrişî bircên telekomunîkasyonê kiriye û wan jî ji bo bersivdayînê birceke telekomunîkasyonê kiriye hedef.

Etiketler : ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.