1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Îran: Niha ti gotûbêjên me û Amerîkayê nînin
Îran: Niha ti gotûbêjên me û Amerîkayê nînin

Îran: Niha ti gotûbêjên me û Amerîkayê nînin

.

A+A-

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ragihand ku niha ti gotûbêjên wan bi Amerîkayê re nînin.

Wî destnîşan kir ku tenê bi rêya navbeynkaran peyam tên pevguhertin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî îro di konfêranseke rojnamegeriyê de axivî û got:

"Li ser babeteke diyarkirî, ji bo gihîştina encamekê bi her awayî gotûbêj tên kirin lê niha ti gotûbêjên me û Amerîkayê nînin.

Bi rêya navbeynkaran peyam tên pevguhertin lê navê vê ne gotûbêj e, tenê pevguhertina peyaman e."

Mercên destpêkirina gotûbêjan

Wezîrê Karên Derve yê Îranê li ser destpêkirina gotûbêjan jî ev tişt anîn zimên:

"Li gorî nêrîna me, heta ku binpêkirinên peymanê bi dawî nebin, îhtîmala destpêkirina gotûbêjan nîne.

Divê Amerîka bi her awayî qerebûya wan binpêkirinan bike ku di peymanê de kirine."

Li Tengava Hurmizê rêyeke nû ya deryayî

Ebas Eraqçî li ser gotûbêjên bi Umanê re jî agahî dan.

Wî eşkere kir ku gotûbêjên wan ên bi Umanê re li ser diyarkirina rêyeke nû ya deryayî ya li Tengava Hurmizê ne û got:

"Gotûbêj baş didomin û ez dikarim bibêjim ku di qonaxa dawî de ne.

Dê rêyên nû li şûna rêyên kevn werin danîn û niha pispor li ser nexşeyan dixebitin."

"Babeteke teknîkî û yasayî ye"

Wezîrê Karên Derve yê Îranê tekez kir ku guhertina rêyên deryayî yên li Tengava Hurmizê bi temamî babeteke teknîkî û yasayî ye û wiha domand:

"Ev rê sala 1978an hatine diyarkirin. Di şerê dawî de derket holê ku pêwîstiya wan bi guhertinê heye.

Pisporên me û yên Umanê vê xebatê dikin. Dema ku ev rê werin diyarkirin, dê di dema vebûna Tengava Hurmizê de werin bikaranîn."

Ebas Eraqçî red kir ku diyarkirina rêyên nû tê wateya vekirina yekser a Tengava Hurmizê û got:

"Vekirina Tengava Hurmizê bi bicihbûna çend mercên din ve girêdayî ye. Her çawa be ev merc jî ji bo me bi rêya navbeynkaran hatine ragihandin."

Etiketler : ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.