1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Îran: Em dê bersiveke xurttir û berfirehtir bidin
Îran: Em dê bersiveke xurttir û berfirehtir bidin

Îran: Em dê bersiveke xurttir û berfirehtir bidin

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahiyan ragihand ku ew dê "demildest" bersiveke "xurttir" û "berfirehtir" bidin êrişeke muhtemel a Îsraîlê.

A+A-

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahiyan ragihand ku ew dê "demildest" bersiveke "xurttir" û "berfirehtir" bidin êrişeke muhtemel a Îsraîlê.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê ya nîv fermî ya Îranê, Huseyîn Emîr Ebdullahiyan bi Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê David Cameron re bi têlefonê axivî û li ser rewşa herêmê sekinî.

Ebdullahiyan ji hevtayê xwe re got ku êrişa li dijî Îsraîlê ya Îranê di çarçoveya "parastina meşrû" de hat kirin û di bingeha krîzên herêmê de polîtîkayên xerabker ên Îsraîlê hene.

Wezîrê Karên Derva yê Îranê derbarê êrişa muhtemel a ku Tel Avîv bibe ser axa Îranê jî wiha got:

"Îran naxwaze ku li herêmê rageşî zêde bibe lê eger rejîma Îsraîlê li dûv macerayê be, em dê demildest bersiveke xurttir û berfirehtir bidin."

Wezîrê Karên Derve yê yê Brîtanyayê David Cameron jî got:

"Em dê ji Îsraîlê bixwazin ku bersivê nede, lewra em naxwazin tiştên ku di demên dawiyê de qewimîn, cardin dubare bibin û berfirehtir bibin."

Rageşiya Îran-Îsraîlê

Îsraîlê 1ê Nîsanê êrişî avahiya Konsulxaneya Îranê ya li Şamê kiribû.

Di êrîşê de ji Supaya Pasdaran a Îranê 7 kes hatibûn kuştin û ji wan 2 general bûn.

Îranê ragihandibû ku êrişa Îsraîlê ya dijî konsulxaneya tê wateya êrişa ser axa Îranê û ew dê bersiva Îsraîlê bidin.

Îsraîlê jî diyar kiribû ku ew jî dê bersiva êrişa Îranê bidin.

Îranê 13ê Nîsanê bi sedan dronên kamîkaze û mûşekên balîstîk êrişî Îsraîlê kiribû.

Îranê ragihandibû ku wan êrişî hin hedefên leşkerî kiriye.

Îsraîlê jî ragihandibû ku bi saya sîstema parastinê rê li ber gelek êrişên Îranê hatiye girtin lê mûşekek li baregeheke leşkerî ya li başûr ketiye.

Medyaya Îsraîlê îdia kiribû ku Kabîneya Şer a Îsraîlê biryar da ku bi awayekî "eşkere û bibandor" bersivê bidin êrişa asmanî ya Îranê.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.