1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Hilbijartinên Îranê: Li Wanê jî sindoq tên danîn
Hilbijartinên Îranê: Li Wanê jî sindoq tên danîn

Hilbijartinên Îranê: Li Wanê jî sindoq tên danîn

Hat ragihandin ku dê li Wanê jî sindoqên dengdanê yên Hilbijartinên Serokomarîyê yên Îranê bên danîn.

A+A-

Hat ragihandin ku dê li Wanê jî sindoqên dengdanê yên Hilbijartinên Serokomarîyê yên Îranê bên danîn.

28ê Hezîranê li Îranê Hilbijartinên Serokomarîyê tên kirin.

Heta niha tenê li Enqereya paytexta Tirkiyeyê sindoq dihatin danîn.

Li gorî biryara nû, dê vê carê li Wana Bakurê Kurdistanê jî sindoqên dengdanê bên danîn.

Welatiyên Îranê dê 28ê Hezîranê karibin li hola Jora Bazirganiyê ya Wanê dengê xwe bidin.

Serokkomarê Îranê İbrahîm Reîsî 19ê Gulanê di qezayeke helîkopterê de miribû, ji ber vê yekê dê hilbijartinên pêşwext werin kirin.

rudaw

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.