1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Gef li bavê Rojîn Kabaîşê xwaribûn: 2 gumanbar hatin girtin
Gef li bavê Rojîn Kabaîşê xwaribûn: 2 gumanbar hatin girtin

Gef li bavê Rojîn Kabaîşê xwaribûn: 2 gumanbar hatin girtin

.

A+A-

 Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê di operasyonekê de 10 gumanbar hatin desteserkirin.

Tê îdiakirin ku van kesan malbatên zarokên mirî bi rêya platformên dîjîtal tehdît kirine û şantaj li wan kirine.

Ji gumanbaran 2 jê hatin girtin.

Tîmên Şaxa Têkoşîna li dijî Sûcên Sîberî ya Birêvebiriya Ewlehiyê ya Amedê li ser çalakiyên grûpeke ku navên kod ên "C47" û "C99" bi kar tînin dest bi xebatê kir.

Di lêpirsîna ku tê meşandin de hat îdiakirin ku gumanbaran panelên lêpirsînê yên neyasayî bi kar anîne û wan bi rêya grûpên girtî zordariya sîberî, tehdît, şantaj û tacîz dikirin.

Di lêpirsînê de hat tespîtkirin ku malbatên Rojîn Kabaîş, Hîranur Nîlgun Aygar û Kivanç Umanê yên ku mirina wan di raya giştî de dengê mezin vedabû, di nav hedefên vê grûpê de ne.

Tê îdiakirin ku gumanbaran agahiyên kesî yên ji sîstemên lêpirsînê yên neyasayî bi dest xistine bi kar anîne.

Wan bi reqemên telefonê yên biyanî peyamên tehdît û şantajê ji malbatan re şandine.

Hat diyarkirin ku di nav wan de kesên ku bavê Rojîn Kabaîşê Nîzamettîn Kabaîş jî tehdît kirine hene.

Di çarçoveya lêpirsînê de li ser gumanbaran bi tohmeta "tehdît", "bidestxistina neyasayî ya agahiyên kesî" û "bi fêlê dizîna belgeyên ewlehiya dewletê" dest bi xebatan hat kirin.

Bi navendiya Amedê li 8 parêzgehan operasyonên hemdem hatin kirin û 10 gumanbar hatin desteserkirin.

Piştî kar û barên li ewlehiyê, gumanbar birin dadgehê.

Ji gumanbaran 2 jê hatin girtin û ji bo gumanbarên din jî biryara kontrola dadî hat dayîn.

Etiketler :

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.