1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Elî Baqirî: Asoyeke ron di peywendiyên Îran û Herêma Kurdistanê de heye
Elî Baqirî: Asoyeke ron di peywendiyên Îran û Herêma Kurdistanê de heye

Elî Baqirî: Asoyeke ron di peywendiyên Îran û Herêma Kurdistanê de heye

Navenda Nûçeyan (K24) - Serperiştê Wezareta Derve ya Îranê amajeyê dide, “Herêma Kurdistanê û Îraq û Îran rêyê nadin ku seqamgiriya deverê têk biçe.” Herwesa dibêje, “Asoyeke ron di peywendiyên Îran û Herêma Kurdistanê de heye.”

A+A-

Serperiştê Wezareta Derve ya Îranê Elî Baqirî Kenî îro (În, 14.06.2024) di konferanseke rojnamevanî ya hevpar de bi Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re dilxweşiya xwe ji bo serdana xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê diyar kir, herwesa spasiyên hikûmet û xelkê Îranê gehandin hikûmet û xelkê Herêma Kurdistanê ji ber hevxemiya wan ji bo wexerkirina Serokkomar û Wezîrê Derve û hejmareke berpirsên din ên Îranê di rûdana keftina balafira wan de.

Elî Baqirî amaje jî da, “Peywendiyên navbera Îran û Herêma Kurdistanê peywendiyên biratiyê ne û rihên dîrokî hene, xasma ku dîn û keltûrên hevpar û çarenivîsa hevpar her du aliyan bi hev re dicivîne.

Navbirî herwesa got, “Herêma Kurdistanê û Îraq û Îran rêyê nadin ku seqamgiriya deverê têk biçe û dijmin derfetê ji bo armancên xwe peyda bikin.” Tekez jî kir, “Îran dixwaze peywendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xasma di warê aborî de pêş bixe, ku berjewendiya her du aliyan tê de ye.”

Serperiştê Wezareta Derve ya Îranê ron jî kir, “Me di civîna xwe ya li gel Serokwezîr Mesrûr Barzanî de behsa ragirina wan berbestan kir ên ku rêyê li pêşxistina peywendiyên navbera her du aliyan digirin.”

Elî Baqirî herwesa got, “Min di pareke din a wê civînê de spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, ji bo pêşwazîkirina serdankerên Îranê ji bo cihên pîroz ên Şîeyan li jêriya Îraqê.”

Elî Baqirî herwesa got, “Em dê zêdetir li ser pêşxistina peywendiyên aborî kar bikin ji ber ku ew sedemeke ji bo seqamgiriya deverê.” Tekez jî kir, “Asoyeke ron di peywendiyên Îran û Herêma Kurdistanê de heye.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (În, 14.06.2024) pêşwaziya Serperiştê Wezareta Derve ya Îranê Elî Baqirî Kenî kir û biryar e ku Elî Baqirî Kenî her îro bi awayekî cuda bi Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re jî bicive.

Serperiştê Wezareta Derve ya Îranê Elî Baqirî Kenî duhî (Pêncşem, 13.06.2024) bi serdaneke fermî gehişt Bexdayê û bi Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Hisên re civiya. Heftiya borî jî navbirî serdana Libnanê û Sûriyeyê kir û bi karbidestên wan her du welatan re civiya.

Piştî wexera dawiyê ya Wezîrê Derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdilahiyan bi Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî re di rûdana keftina helîkoptera wan de, Elî baqirî serperiştiya wezareta derve ya welatê xwe dike. Piştî wergirtina wî postî, ev serdana wî ya yekê ye ji bo Herêma Kurdistanê.

K24

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.