1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Doza Tahîr Elçî: Sibe biryar tê dayîn
Doza Tahîr Elçî: Sibe biryar tê dayîn

Doza Tahîr Elçî: Sibe biryar tê dayîn

Rûniştina biryarê ya doza parêzerê Kurd û serokê berê yê Baroya Amedê Tahir Elçiyê ku sala 2015an hatibû kuştin sibe ye.

A+A-

Tevî ku di ser kuştina Tahîr Elçî re 9 sal derbas bûne jî heta niha li ser wê dozê ti biryar nehatiye dayîn.

Di çarçoveya dozê de 4 kes tên darizandin ku 3 ji wan polîs in.

Di dozê de kesê bi navê Ugur Yakişir ê ku nehatiye girtin û polîsên bi navên Sînan Tabur, Fuat Tan û Mesut Sevgî tên darizandin.

Ugur Yakişir bi daxwaza cezaya heta hetayê tê darizandin.

Di rûniştina berê de dozgerê doza Tahîr Elçî mutalaaya xwe pêşkêşî dadgehê kir û daxwaza beraeta 3 polîsên gumanbar kir.

Baroya Amedê li ser hesabê xwe yê Xê da zanîn ku rûniştina doza sibe saet 10:00an e û banga beşdarbûnê kir.

Çi bûbû?

Tahîr Elçî 28ê Çiriya Paşîna 2015an dema ku ji bo şermezarkirina hilweşandina Minareya Çarling a dîrokî ya li navçeya Sûrê daxuyanî dida medyayê di êrişeke çekdarî de gule li serê wî ketibû û canê xwe ji dest dabû.

Doza Tahîr Elçî piştî kuştina wî bi 5 salan hatibû vekirin û yekemîn rûniştina dozê 21ê Çiriya Pêşîna 2020î hatibû kirin

Etiketler :

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.