1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Balyozê Fransayê: Divê mafên gelê Herêma Kurdistanê bên parastin
Balyozê Fransayê: Divê mafên gelê Herêma Kurdistanê bên parastin

Balyozê Fransayê: Divê mafên gelê Herêma Kurdistanê bên parastin

Serok Mesûd Barzanî li Hewlêrê bi Balyozê Fransayê yê Îraqê Patrick Durel re civiya.

A+A-

Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, di civînê de Serok Barzanî û Patrick Durel behsa rewşa siyasiya Îraq û herêmê û herwiha rewşa siyasî ya navxweyî ya Herêma Kurdistanê kir.

Patrick Durel ji bo hewlên Îraqê û Herêma Kurdistanê yên çareserkirina pirsgirêkan kêfxweşiya xwe anî ziman.

Patrick Durel amaje bi wê yekê jî kir ku divê mafên gelê Kurdistanê di çarçoweya Îraqa federal de bên parastin.

“Rêya çareseriya pirsgirêkan diyalog e”

Balyozê Fransayê da zanîn ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê û pirsgirêkên siyasî yên navxweyî yên Herêma Kurdistanê rêya herî baş diyalog e.

Li gorî daxuyaniyê, Serok Barzanî behsa rola dîrokî ya Fransayê ya li piştgirîkirina li mafên rewa yên gelê Kurd kir.

Herwiha Serok Barzanî, bal kişand ser xebat û qurbaniyên gelê Kurdistanê yên ji bo azadî,serwerî û mafên neteweyî û qonaxên bi dawîkirina zilmê li Kurdistanê.

Li ser hilbijartinên Herêma Kurdistanê jî  Serok Barzanî got:b

“PDK her dem amade ye ji bo hilbijartineke pak ku encamên wê derketina îradeya rasteqîne ya dengderan be û pêkhate jî bikarin nûneratiya îrade û dengên xwe bikin.”

Serok Barzanî hêvî jî xwest aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê îradeya xelkê Kurdistanê û berjewendiyên bilind ên Herêma Kurdistanê li ber çavan bigirin.

Serok Barzanî amaje bi wê yekê jî kir ku divê kultûr û nirxên demokrasiyê di xizmeta parastin û bihêzkirina Herêma Kurdistanê de bin.

RUDAW

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.