1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Ahmet Ozer Devlet Bahçelî ziyaret kir
Ahmet Ozer Devlet Bahçelî ziyaret kir

Ahmet Ozer Devlet Bahçelî ziyaret kir

Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer bi Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî re civiya.

A+A-

Ozer silavên Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel gihandin Bahçelî û diyar kir ku di hevdîtinê de mijarên krîtîk ên wekî "pêvajoya aştiyê", "serxwebûna darazê" û "rejîma qeyûman" hatine gotûbêjkirin.

Şaredarê Esenyurtê Prof. Dr. Ahmet Ozerê ku qeyûm li şûna wî hatibû tayînkirin, bi Serokê MHPyê Devlet Bahçelî re hevdîtin pêk anî.

Ozer hûrgiliyên hevdîtinê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kirin û diyar kir, wî ji bo tevkariyên wî yên di avakirina pêvajoyê de spasiya Bahçelî kiriye û jê re gotiye ku divê zextên li ser CHPyê û sepandina qeyûman bi dawî bibin.

Rojeva sereke: Daraz, qeyûm û CHP

Ahmet Ozer diyar kir ku wan bi Serokê MHPyê re "sohbeteke kûr" kiriye û anî zimên ku ji bo aştiya civakî mayînde pêk were divê kes neyê dûrxistin û bi taybetî bidawîhatina dorpêça li ser CHPyê ferz e.

Ozer teqez kir ku baweriya bi darazê ji bo silametiya pêvajoyê "kevirekî bingehîn" e û hişyarî da ku divê darizandin nebin amûreke cezakirinê.

Şaredarê Esenyurtê destnîşan kir ku wî ji Bahçelî re gotiye, nermbûna bi rêya darizandina bêgirtin, bidawîanîna rejîma qeyûman û bicihanîna biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dê tevkariyeke jiyanî li pêvajoya aştiyê bikin.

"Nabe ev derfet were windakirin"

Ahme Ozer piştî serdanê banga "dem dema hembêzkirinê ye" kir û diyar kir ku ev derfet ne tenê ji bo Tirkiyeyê, ji bo aştiya herêmî jî xwedî girîngiyeke jiyanî ye.

Siyasetmedar Ozer daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir, "Min diyar kir ku em dê di vê pêvajoya dîrokî de tiştê dikeve ser milê me bikin.

Ez ji bo mazûvaniya wî ya bi qedirşinasî û nazik spasiya Birêz Bahçelî dikim."

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.