Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê li ser hilbijartinên Rojava axivî

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler li ser hilbijartinên Rojavayê Kurdistanê got, “Em xebatên van hilbijartinan red dikin.”

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler bi fermandarên hêzên Tirkiyeyê re bi rêya telekonferansê civînek li dar xist.

Di civînê de Yaşar Guler hilbijartinên şaredariyan ên Rojavayê Kurdistanê wekî qonaxeke avakirina dewletekê bi nav kir û got, “Em xebatên van hilbijartinan teqez red dikin.”

Herwiha Guler diyar kir ku ew dê rê nedin ku li Rojavayê Kurdistanê korîdorek bê avakirin.

Li aliyê din Yaşar Guler îdia kir ku hilbijartinên herêmî yên li Rojavayê Kurdistanê di bin têkoşîna li dijî DAIŞê de raya giştî ya navneteweyî pê dixapînin û “ev yek planeke xel e” li dijî welatê wan.

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler li ser operasyonên dijî PKKyê jî amaje bi yekê kir ku ew dê li nav Tirkiye û derveyî wê çalakiyên xwe derxin asteke jortir.

nerinaazad

KURDÎ Haberleri

Ukrayna: Di nav artêşa Rûsyayê de şervanên Îraqî hene
Komîteya Koçberên Serê Kaniyê: Hikûmeta Şamê ji ewlehiya koçberên vegeriyayî berpirsiyar e
Ehmed Şera û Berhem Salih li Şamê vegera penaberan gotûbêj kir
Sîpan Hemo: Em dê derbarê êrişkaran rêkarên yasayî pêk bînin
Li Kolombiyayê bîlançoya erdhejê giran dibe