Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê: Em dê xebatên destûreke sivîl bidomînin

.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek li ser pêvajoyê axivî û got, “Em dê xebatên destûreke sivîl bidomînin.”

Akin Gurlek îro li parêzgeha Trabzonê ya Tirkiyeyê li ser pêvajoya çareseriyê û yasaya Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî  axivî.

Gurlek ji xelkê Trabzonê xwest ku piştgiriyê bidin pêvajoyê û got:

“Tirkiye xala me ya hevbeş e. Komara Tirkiyeyê hêlîna me ya hevbeş e. Em ji çi kok û eslî dibin bila bibin, em hemû endamên miletê Tirk in.”

"Em dê xebatên destûreke sivîl bidomînin"

Akin Gurlek destnîşan kir ku ew dest ji destûreke sivîl bernadin û ew dê xebatên nivîsandina destûreke sivîl bidomînin û got:

"Em dixwazin yekîtiya xwe ya neteweyî zêdetir bihêz bikin û li herêma xwe aramiyê pêk bînin.

Ez li vê derê bi taybetî tînim ziman, ti gav nehatine avêtin ku bîranîna hêja ya şehîdên me biêşîne û dê neyê avêtin jî. Fedekariya xaziyên me ji bo me ne cihê nîqaşê ye.

Yekane armanca me Tirkiyeyeke bihêz e û di rêya Tirkiyeyeke bihêz de xurtkirina çepera navxweyî ye.

Dîsa wekî ku Serokkomarê me anî ziman, Tirkiye xala me ya hevbeş e. Komara Tirkiyeyê hêlîna me ya hevbeş e. Em ji çi kok û eslî dibin bila bibin, em hemû endamên miletê Tirk in.

Dema mijar berjewendiyên bilind ên milet û welêt bin, em neçar in ku bi hevkarî û yekîtiyê li ser heman zemînê bigihîjin hevdû. Ev erkekî neteweyî yê her kesî ye ku xwe aîdî miletê Tirk dibîne.”

KURDÎ Haberleri

Ensarîoglu: Yasaya nû dê aştiyê bîne Rojhilata Navîn
Ukrayna: Di nav artêşa Rûsyayê de şervanên Îraqî hene
Komîteya Koçberên Serê Kaniyê: Hikûmeta Şamê ji ewlehiya koçberên vegeriyayî berpirsiyar e
Ehmed Şera û Berhem Salih li Şamê vegera penaberan gotûbêj kir
Sîpan Hemo: Em dê derbarê êrişkaran rêkarên yasayî pêk bînin