Berpirsê Daîreya Hevahengiyê yê Kar û Barên Dîlên Şer a Ukraynayê Oleg Gushchyn ragihand ku di nav artêşa Rûsyayê de şervanên Îraqî hene û wan hinek ji wan dîl girtine.
Oleg Gushchyn ji Nûçegihanê Rûdawê Namo Ebdullah re axivî û got:
"Belê, di nav artêşa Rûsyayê de şervanên Îraqî hene û me hinek ji wan dîl girtine."
Oleg Gushchyn diyar kir ku ew li gorî hiqûqê bi van Îraqiyan û dîlên din re tevdigerin û got:
"Ti ji wan wekî leşkerên kirêgirtî nayên dîtin û em wekî dîlên şer miameleyê bi wan re dikin."
Rayedarê Ukraynayê li ser hejmara dîlên Îraqî jî ev agahî dan:
"Tiştekî tenê heye ku ez nikarim bi hûrgilî ji we re bibêjim, ew jî hejmara kesên Îraqê ye. Sedema vê yekê tedbîrên ewlehiyê û parastina pêwendiyên her du welatan e."
Li gorî gotina Oleg Guşçîn, destûr hatiye dayîn ku rayedarên Îraqê bi welatiyên xwe yên dîl re bikevin nava têkiliyê.
Lê wî eşkere nekir ka ji bo vegerandina van kesan a ji bo Îraqê ti hewldan hene yan na.
Welatiyên 51 welatan dîl ketine
Sala borî dadgeheke parêzgeha Necefê ya Îraqê, bi hinceta ku welatiyên Îraqê ji bo şer dişîne Rûsyayê, cezayê zîndanê yê heta hetayê dabû kesekî.
Rayedarê Ukraynayê her wiha destnîşan kir ku wan welatiyên 51 welatên cuda dîl girtine.
Wî anî zimên ku ev yek nîşan dide ku şer bûye xwedî parçeyeke navneteweyî û bazirganî.
Angaştên şkenceyê
Di civîna rojnamegeriyê de, dîlekî berê yê şer jî amade bû ku ji aliyê Rûsyayê ve hatibû berdan.
Wî qala wê yekê kir ku ew ji aliyê hêzên Rûsyayê ve rastî şkenceyeke giran hatiye.
Dîlê berê yê şer Juan Alberto Leyva Garcia got, "Wan zor li min kir ku ez pêlav û goreyên xwe derxim. Wan ez xistim nav tûrikekî tijî av û kabloyên elektrîkê xistin navê."
Li aliyê din, Rûsya wan angaştan red dike ku dibêjin şkence li dîlên şer tê kirin.