Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ragihand ku di pêvajoya çareseriyê de qutbûn û krîza baweriyê heye û got, "Berpirsiyara vê qutbûnê rasterast tercihên desthilatê ne."
Hevserokê Giştî yê DEM Partî Tuncer Bakirhan, bersiva pirsên rojnameya Yenî Yaşamê yên derbarê êrişên li Rojavayê Kurdistanê û "pêvajoya nû ya çareseriyê" da.
Bakirhan li ser pirsa "Gelo di qonaxa heyî de em dikarin behsa qutbûna di pêvajoya aştî û civaka demokratîk de bikin?" got:
"Pêvajo berdewam e lê di pêvajoyê de qutbûn û krîza baweriyê heye. Berpirsiyara vê qutbûnê jî rasterast tercihên desthilatê ne.
Ji roja ku pêvajo dest pê kiriye ve, ji bilî Komîsyonê desthilatê gaveke pratîk neavêtiye.
Hewldaneke ku daxwazên civakê bibîne û piştgiriyê bide wan nîşan nedaye.
Li şûna vê, hemû enerjiya xwe ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojavayê Kurdistanê) veqetand."
"Êrişa Helebê sabotaj bû"
Bakirhan bal kişand ser wê yekê ku eger ew hewldana li Sûriyeyê li navxwe bihata xerckirin dê encam cudatir bûna û wiha berdewam kir:
"Me gelek caran hem li pêşberî raya giştî û hem jî di hevdîtinên ligel rayedarên desthilat û dewletê de got;
'Dosyeya Sûriyeyê nexin pêşiya pêvajoya li vir. Her gaveke erênî ya hûn li Tirkiyeyê bavêjin, dê bandoreke mezin li Sûriyeyê jî bike.'
Birêz Ocalan perspektîf û pêşniyarên xwe yên ku dikarin bibin alîkarê çareseriya mijara Sûriyeyê gelek caran anîn ziman.
Guh nedanê. Bi êrişa Helebê re sabotaj li pêvajoyê hat kirin û bêbawerî di civakê de kûr bû."
Bakirhan her wiha tekez kir ku wekî partî ew dê heta dawiyê xwedî li derfeta aştî û çareseriyê derkevin.
"Ruhê têkoşîna hevpar hat misogerkirin"
Hevserokê DEM Partiyê amaje bi wê yekê kir ku piştî êrişên li Rojavayê Kurdistanê, di nav Kurdan de ruhê yekîtiyê derketiye holê û got:
"Gelê Kurd di dîrokê de cara yekem e ku cudahiyên xwe yên wekî partî, bawerî û nêrîna cîhanê dan aliyekî û hem li Sûriye, Îran, Îraq û Tirkiyeyê û hem jî li çar aliyên cîhanê hatin ba hev û mafê xwe yê protesta demokratîk ji bo Rojavayê Kurdistanê bi awayekî herî xurt bikar anîn.
Ruhê têkoşîna hevpar ê ku ji bo yekîtiya neteweyî pêwîst e, li qadan, kolanan û medyaya civakî hat misogerkirin.
Lewma êdî ji aliyê siyasî ve zemîna derûnî û civakî ya yekîtiya neteweyî amade bûye."
"Ev hesabekî siyasî yê erzan e"
Tuncer Bakirhan, belavkirina deqê hevdîtina di navbera Abdullah Ocalan û endamên Komîsyonê de ji aliyê Serokatiya Parlamentoyê ve wekî "hesabê siyasî" nirxand.
Bakirhan diyar kir ku ew deq aîdî serdemekê ne ku zemîna çareseriyê erênîtir bû û hîn operasyonên leşkerî li dijî Rojavayê Kurdistanê neketibûn rojevê û got:
"Di vê serdema ku hewldana komkujiyê li Helebê û êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê hene, parvekirina deqan bi raya giştî re bêyî agahdarkirina endamên komîsyonê, encama hesabekî siyasî ye.
Lê em ji serî de bibêjin, ev hesabekî siyasî yê erzan e.
Birêz Ocalan ne tenê 'muxatab'ek e; ew navnîşana sereke ya muzakereyê ye ku barê dîrokî yê vê meselesê hildigire.
Xeta aştî û demokrasiyê ne konjekturel e; prensîbî, dîrokî û siyasî ye.
Tam ji ber vê yekê, di vê zemîna neyînî ya îro de amûrkirin, tehrîfkirin û ji çarçoveya wê qutkirina van deqan, ne nîşaneya niyeta baş e."
Bakirhan her wiha destnîşan kir ku armanca belavkirina wan deqan ew e ku derbarê Ocalan de nerîneke neyînî ava bikin, lê ev hewldaneke bê encam e.