Tirkiyeyê bi qasî 10 milyar dolaran kelûpel firotine Îraq û Herêma Kurdistanê

Tirkiyeyê ji 1ê Kanûna Paşîn heta Çiriya Pêşîn a îsal, bi qasî 10 milyar û 766 milyon dolarên Amerîkî kelûpel firotine Îraq û Herêma Kurdistanê.

Li gorî amarên Sîstema Bazirganiya Giştî ya Tirkiyeyê, ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 10 mehên salê de bi qasî 10 milyar û 766 milyon dolaran kelûpelên cuda hatine Îraq û Herêma Kurdistanê.

Di nava kelûpelan de tiştekî ku herî zêde hatiye hinardekirin dexlûdan e.

Li gorî amaran bi 2 milyar û nîvan berhemên dexlûdan hatine hinartin.

Piştî dexlûdan madeyên kîmyewî tên ku ew jî bi qasî milyarek û 200 milyon dolarên Amerîkî ne.

Her wiha mobîlya, kaxiz û berhemên daristanan jî bi qasî 1,05 milyar dolaran hatine hinartin.

Bi qasî 954 milyon dolaran jî xişir û bi 790 milyon dolaran berhemên elektrîk û elektronîkê hatine hinartin.

RUDAW

KURDÎ Haberleri

Pizîşkiyan: Em dê pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re bi pêş bixin
Wezîrê Karên Navxwe yê Îranê: Divê PKK û PJAK çekên xwe deynin
Komela Nivîskarên Feqiyê Teyran êrîşa li ser nivîsîngeha Mesrûr Barzanî şermezar dike
NY: Di 2025an de 350 xebatkarên me yên alîkariyê mirine
Buldan: Birêz Ocalan dê di Desteya Bêçekbûn û Siyasîbûnê de cih bigire