Sezaî Temellî derbarê hevdîtina bi Ocalan re daxuyanî da

.

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî ragihand  ku derbarê serlêdana wan a ji bo Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan heta niha bersiveke fermî nehatiye dayîn.

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî îro li parlamentoya Tirkiyeyê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Sezaî Temellî amaje bi wê yekê kir ku parlamentoyê îsal tiştek ji bo xelkê nekiriye û rexne li pêşniyaryasayên ku hatine gotûbêjkirin kir.

“Bersiv nehatiye dayîn”

Temellî li ser pirsa rojnamegeran a derbarê hevdîtina DEM Partî û Ocalan jî got:

“Heta niha bersiveke fermî ji me re nehatiye dayîn. Eger bersivek bê dayîn em dê bi raya giştî û ragihandinê re parve bikin.

Lê hîn jî ti bersiv nehatiye dayîn. Şîroveyên cur bi cur tên kirin, daxûyanî tên dayîn û li gel vê yekê Serokê MHPyê derbarê mijarê daxûyaniyan dide û bendewariya xwe tîne ziman lê hîn jî bersiveke fermî nehatiye dayîn.”

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî pêştir gotibû ku bila Ocalan bê li Parlamentoya Tirkiyeyê di komcivîna DEM Partiyê de bi axive.

DEM Partiyê jî ji bo hevdtîna bi Ocalan re serlêdan kiriye.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê beriya çend rojan gotibû piştî gotûbêjên budceyê bi dawî bibin dê bersivek bê dayîn.

RUDAW

KURDÎ Haberleri

Pizîşkiyan: Em dê pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re bi pêş bixin
Wezîrê Karên Navxwe yê Îranê: Divê PKK û PJAK çekên xwe deynin
Komela Nivîskarên Feqiyê Teyran êrîşa li ser nivîsîngeha Mesrûr Barzanî şermezar dike
NY: Di 2025an de 350 xebatkarên me yên alîkariyê mirine
Buldan: Birêz Ocalan dê di Desteya Bêçekbûn û Siyasîbûnê de cih bigire