Şewata li Mêrdîn û Amedê: Hejmara miriyan bû 12

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettîn Koca ragihand ku hejmara kesên di şewata li Mêrdîn û Amedê de mirine gihiştiye 12an.

Doh bi şev di navbera navçeya Çinarê ya Amedê û navçeya Şemrexê ya Mêrdînê de şewateke mezin çêbû.

Ji ber ba û bahozê agir li nava erdên 8 gundan belav bû.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettîn Koca derbarê şewatê daxuyaniyeke nû da û diyar kir ku 12 kesan canê xwe ji dest daye.

Fahrettîn Koca herwiha eşkere kir ku ji ber şewatê 78 kes jî birîndar bûne.

Koca got ku 5 birîndar li Amedê tên tedawîkirin û rewşa 3yan ji wan xedar e.

KURDÎ Haberleri

Ji bo 6 parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyariya barîna tozê hat dayîn
Projeyasa di Komîsyona Dadê de hat qebûlkirin
Gef li bavê Rojîn Kabaîşê xwaribûn: 2 gumanbar hatin girtin
Parêzgarê Hisîçayê: Sibe 600 malbat dê vegerin Serê Kaniyê
Komîsyona Dadê ya Parlamentoya Tirkiyeyê ji bo pêşniyaryasayê dicive