Serokatiya Herêma Kurdistanê dema civîna Parlamentoya Kurdistanê aşkere dike

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê dema rûniştina yekem civîna xula şeşem a Parlamentoya Kurdistanê aşkere kir.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şihab îro 26ê Mijdarê di kongreyeke rojnamevanî de ragihand, bi fermana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, roja 2.12.2024an yekem rûniştina xula şeşem a Parlamentoya Kurdistanê tê lidarxistin.

Dilşad Şihab eşkere kir jî, ji bo pêkanîna kabîneya dehem a hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi aliyên siyasî re gotûbêjan dikin û got: Aliyên siyasî amadehiya xwe ji bo cîbicîkirina sozên ku di dema helmeta hilbijartinan de dane xelkê; nîşan dane.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn, piştî encamên hilbijartinan bi fermî ji aliyê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan ve hatin pesendkirin û roja yekem civîna parlamentoyê hat diyarkirin, tê payîn ku di rojên pêş de partiyên siyasî dest bi hevdîtinên avakirina hikûmetê bikin.

KURDÎ Haberleri

Pizîşkiyan: Em dê pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re bi pêş bixin
Wezîrê Karên Navxwe yê Îranê: Divê PKK û PJAK çekên xwe deynin
Komela Nivîskarên Feqiyê Teyran êrîşa li ser nivîsîngeha Mesrûr Barzanî şermezar dike
NY: Di 2025an de 350 xebatkarên me yên alîkariyê mirine
Buldan: Birêz Ocalan dê di Desteya Bêçekbûn û Siyasîbûnê de cih bigire