Serok Mesûd Barzanî: Em piştgiriyê didin lidarxistina hilbijartinan

Serok Mesûd Barzanî li ser diyarkirina roja hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê got, “Em piştgiriya lidarxistina hilbijartinên pak û dûr ji destêwerdanan dikin.”

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab ragihand, Nêçîrvan Barzanî destnîşan kiriye ku dê hilbijartinê 20ê Çiriya Pêşîn a 2024an bên lidarxistin.

Serok Mesûd Barzanî ji bo diyarkirina roja hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê peyamek belav kir.

Serok Mesûd Barzanî ji bo diyarkirina roja hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê pîrozbahî li Serokatiya Herêma Kurdistanê kir û got:

“Ez destxweşiyê li Serokatiya Herêma Kurdistanê dikim ku roja 20ê Çiriya Pêşîn wekî roja hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê destnîşan kiriye.”

Rewşa Herêma Kurdistanê li ber çavan bigirin 

Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser hilbijartinên serbixwe û wiha pê de çû:

“Em piştgiriya lidarxistina hilbijartinên pak û dûr ji destêwerdanan dikin.

Em ji aliyên siyasî dixwazin rewşa Herêma Kurdistanê li ber çavan bigirin û ji bo serkeftina pêvajoya demokratîk û parastina aramî û pêkvejiyanê bi berpirsyarî hevkariya hevdû bikin.”

KURDÎ Haberleri

Pizîşkiyan: Em dê pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re bi pêş bixin
Wezîrê Karên Navxwe yê Îranê: Divê PKK û PJAK çekên xwe deynin
Komela Nivîskarên Feqiyê Teyran êrîşa li ser nivîsîngeha Mesrûr Barzanî şermezar dike
NY: Di 2025an de 350 xebatkarên me yên alîkariyê mirine
Buldan: Birêz Ocalan dê di Desteya Bêçekbûn û Siyasîbûnê de cih bigire