Petrol erzan bû

.

 Bihayê petrolê îro li bazarên cîhanê daket.

Bihayê bermîla petrola brent 37 sentan, anku bi rêjeya ji sedî 0,05 daket û bermîl bi 79,07 dolaran hat firotin.

Her wiha bihayê petrola sivik a Teksasê (WTI) jî 53 sentan, anku bi rêjeya ji sedî 0,7 daket û gihîşt 74,69 dolaran.

Aborînasê li şirketê şêwirmendiyê ya Nomura Securitiesê Yuki Takashimay li ser mijarê ragihand:

"Piştî belavbûna raporên li ser pêşketina dan û standinên Îran û Umanê, fişara firotinê zêde bû."

Wî her wiha destnîşan kir ku biha vegeriyane asta 17ê Hezîranê ku wê demê her du aliyan peymaneke demkî îmze kiribû.

Pêşniyara peymanê û Tengava Hurmizê

Li gorî nûçeya Reutersê, di pêşniyara peymanê ya ku bi navbeynkariya Umanê tê kirin de, mafê kontrolkirina keştiyên ku di Tengava Hurmizê re derbas dibin didin Tehranê.

Ev yek ji bo Îranê wekî "demaneke mezin" tê dîtin.

Her çi qasî Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandibe ku peymana ji bo vekirina Tengava Hurmizê nêzîk e jî rayedarên Amerîkayê hîn li ser vê pêşniyarê ti daxuyaniya fermî nedaye.

Wan destnîşan kiriye ku ew rê nadin Îran rêya herî girîng a enerjiya cîhanê kontrol bike.

Depoyên petrolê yên Amerîkayê

Birêvebiriya Agahdariya Enerjiyê ya Amerîkayê (EIA) ragihand ku hefteya dawî ya tîrmehê depoyên petrola xav 2,5 milyon bermîlan zêde bûne û gihîştine 407 milyon bermîlan û ev yek berevajî pêşbîniyên bazarê bû ku li benda kêmbûna depoyan bûn.

KURDÎ Haberleri

Pizîşkiyan: Em dê pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re bi pêş bixin
Wezîrê Karên Navxwe yê Îranê: Divê PKK û PJAK çekên xwe deynin
Komela Nivîskarên Feqiyê Teyran êrîşa li ser nivîsîngeha Mesrûr Barzanî şermezar dike
NY: Di 2025an de 350 xebatkarên me yên alîkariyê mirine
Buldan: Birêz Ocalan dê di Desteya Bêçekbûn û Siyasîbûnê de cih bigire