Ocalan peyama ewil şand: ‘Hêza min heye’

.

– Abdullah Ocalan peyama xwe ya li ser rojeva dawiyê bi rêya Omer Ocalan şand.

Ji 3yê Adara 2020î ve bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re hevdîtin nedihatin kirin.

Omer Ocalanê biraziyê Abdullah Ocalan û Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê bi rêya hesabê xwe yê Xê da zanîn ku ew doh çûye Îmraliyê.

Omer Ocalan paşê posteke din belav kir û peyama Ocalan eşkere kir.

“Hêza min heye”

Omer Ocalan di peyama xwe de got, “Ev hevdîtineke malbatî bû. Birêz Ocalan li ser rûdanên siyasî nirxandineke bi giştî kir û xwest ku ez vê peyamê bigihînim:

‘Tecrîd berdewam dike. Şert çi dibin bila bibin hêza min a teorîk û pratîk heye ku ez vê pêvajoyê ji qada pevçûn û şidetê veguherim qada hiqûq û siyasetê.’”

Omer Ocalan di dawiya peyama xwe de got, “Tenduristiya wî baş bû û gelek silav li her kesî dikirin.”

RUDAW

KURDÎ Haberleri

Komela Nivîskarên Feqiyê Teyran êrîşa li ser nivîsîngeha Mesrûr Barzanî şermezar dike
NY: Di 2025an de 350 xebatkarên me yên alîkariyê mirine
Buldan: Birêz Ocalan dê di Desteya Bêçekbûn û Siyasîbûnê de cih bigire
Partiyên Bakur êrîşa dijî Ofîsa Serokwezîr Mesrûr Barzanî şermezar dikin
DEM Partiyê bangî Bexdayê kir: Êrişa li Hewlêrê ronî bikin