NY: Di 2025an de 350 xebatkarên me yên alîkariyê mirine

.

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku di sala 2025an de li çar aliyê cîhanê 350 xebatkarên wan ên alîkariyê mirine.

Neteweyên Yekbûyî êrişên li dijî xebatkaran şermezar kirin û ev yek wekî "tevgereke ku nayê qebûlkirin" pênase kir.

Di daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî de hat diyarkirin ku mîna salên 2023 û 2024an, di sala 2025an de jî herî zêde xebatkar li Xezeyê hatine kuştin.

Neteweyên Yekbûyî eşkere kir ku par li Xezeyê 186 û li Sûdanê jî 71 xebatkarên alîkariyê mirine û berê jî dabû zanîn ku di sala 2024an de 377 xebatkarên alîkariyê canê xwe ji dest dabû.

Ev amar di daxuyaniya Ofîsa Koordînasyona Karên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) de cih digirin ku bi helkefta Roja Alîkariya Mirovî ya Cîhanê hatibû belavkirin.

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê Karên Mirovî û Koordînatorê Alîkariya Lezgîn Tom Fletcher, li ser van amarên ku ji koma lêkolînê ya Humanitarian Outcomesê hatine wergirtin got:

"Tenê di nav sê salan de zêdetirî hezar xebatkarên mirovî canê xwe ji dest daye, ev yek bi ti awayî nayê qebûlkirin.

Lê tenê axaftina li ser vê rewşê, têra parastina xebatkarên din nake.

Divê dewlet pêbendî hiqûqa mirovî ya navneteweyî bin û ji bo parastina sivîlan û hevkarên me, hemû amûran bi kar bînin.

Divê ew kesên ku rêgezan bin pê dikin jî rastî cezayên giran bên."

Li hêla din, ji destpêka sala 2026an û vir ve li cîhanê 82 xebatkarên din jî yên Neteweyên Yekbûyî canê xwe ji dest daye. Di vê demê de 97 xebatkar birîndar bûne û 39 jî hatine revandin.

KURDÎ Haberleri

Komela Nivîskarên Feqiyê Teyran êrîşa li ser nivîsîngeha Mesrûr Barzanî şermezar dike
Buldan: Birêz Ocalan dê di Desteya Bêçekbûn û Siyasîbûnê de cih bigire
Partiyên Bakur êrîşa dijî Ofîsa Serokwezîr Mesrûr Barzanî şermezar dikin
DEM Partiyê bangî Bexdayê kir: Êrişa li Hewlêrê ronî bikin
Serokwezîrê Îraqê ji Mesrûr Barzanî re got: Ev êriş bi ti awayî nayên qebûlkirin