Nêzîkî milyonek koçber û penaber li Herêma Kurdistanê hene

Li Herêma Kurdistanê nêzîkî 1 milyon koçber penaber hene, ji wan 269 hezar û 293 penaberên welatên din in. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî salane 842 milyon dolar ji bo xizmetguzariyê pêşkêşî penaberan dike.

Hebûna ewlekarî û aramiyê li Herêma Kurdistanê, bûye sedem ku xelkên welatên cîran û welatên din di dema şer û metirsiya li ser jiyana xwe de, weke penaber berê xwe bidin Herêma Kurdistanê. Kultûra mirovdostî û mêvanperwerî jî, bûye sedem ku penaber Herêma Kurdistanê weke penageheke ewle bibînin û hest bi aramiyê bikin.

Li Herêma Kurdistanê 900 hezar û 467 koçber û penaber li hundir û derveyê kampan dijîn. Ji van 269 hezar û 293 penaberên ji welatên din in. 251 hezar û 475 Sûrî, 7 hezar û 796 Tirkî, 8 hezar û 357 Îranî û 652 jî Filistînî ne. Herwiha 10 hezar û 130 penaber ji welatên din jî giheştine Herêma Kurdistanê.

Li gorî amaran jî, di sala 2023an de, 2097 penaber vegeriyane welatên xwe û 3389 penaber jî hatine Herêma Kurdistanê.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê hertim amade ye pêşwaziya penaberan bike û xizmetguzariyên curbicur pêşkêşî wan bike, lewra ji sedî 80 ji xerciya penaber û awareyan li ser milê hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, ku salane nêzîkî 842 milyon dolar e.

Herwiha Hikûmeta Herêma Kurdistanê 53 dibistan ji bo penaberan veqetandiye. Hejmara xwendekarên penaber li Herêma Kurdistanê jî 40 hezar û 410 xwendekar e.

KURDÎ Haberleri

Tuncer Bakirhan: Kurd li dijî bêstatubûna 100 salî rabûn ser pêyan
Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Urdinê civiyan
Li 22 bajaran 96 kes hatin desteserkirin
Rûsya: Em amade ne uranyuma Îranê wergirin
Li Senatoya Fransayê ‘Konferansa Doza Kurdan’ hat lidarxistin