Neteweyên Yekbûyî: Em dikarin ji bo parastina Kurdan karên zêdetir bikin

.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî di bersiva pirsa nûçegihanê Rûdawê ya derbarê parastina Kurdan a wekî neteweyeke bêdewlet ji aliyê civaka navneteweyî ve, ragihand, "Em her tim dikarin karên zêdetir bikin."

Nûçegihanê Rûdawê yê New Yorkê Namo Ebdula, di konferanseke rojnamegeriyê de pirsek ji Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric kir ka "Gelo cîhanê gavên pêwîst ji bo parastina Kurdan avêtine?", bi taybetî ku Kurd rûbirûyî çendîn jenosîdan (wekî Enfal û komkujiya Kurdên Êzidî) bûne.

Di bersivê de Stephane Dujarric ragihand, "Civaka navneteweyî her tim dikare ji bo parastina kesên herî bêderet karên zêdetir bike."

Dujarric her wiha got, "Em her tim dikarin karên zêdetir bikin lê ez dikarim ji nêrîna Sekreterê Giştî ve bibêjim ku em tiştê ji destê me tê dikin.

Wekî ku li Sûriyeyê tê dîtin, em hewl didin bigihijin hemû kesên ku pêdiviya wan bi alîkariyê heye, an jî bi lez pêdiviya wan bi hevkariyê heye."

Karwanê alîkariyê gihişt Qamişloyê

Berdevkê Neteweyên Yekbûyî derbarê rewşa mirovî ya li Rojavayê Kurdistanê de got, îro karwanekî mirovî ya saziyên cuda yên Neteweyên Yekbûyî ji Şamê gihiştiye bajarê Qamişloyê yê parêzgeha Hisîçayê.

Li gorî zanyariyan, karwan xwarin, cil û berg, betanî û pêdiviyên din gihandine.

170 hezar koçber û rewşa Kobaniyê

Li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî, ji 6ê Kanûna Paşîn ve zêdetirî 170 hezar kes li parêzgehên Heleb, Hisîça û Reqayê koçber bûne.

Li Hisîçayê tîmên tenduristiyê dest bi pişkinîna hezar û 500 zarokan û bi sedan jinên ducanî kiriye.

Stephane Dujarric di bersiva pirseke din a derbarê rewşa bajarê Kobaniyê de piştrast kir ku hîn xizmetguzariyên sereke venegeriyane û got:

"Hevkarên me yên mirovî li Sûriyeyê ji me re dibêjin ku li gorî gotina hevbeşên wan ên li qadê, kareba û înternêt li Kobaniyê hîn venegeriyane."

Pirsa nûçegihanê Rûdawê Namo Ebdula û bersiva Stephane Dujarric:

Rûdaw: Sekreterê Giştî di gotara xwe ya ji bo Civata Giştî de ragihand, parastina xelkê bêderet erkê civaka navneteweyî ye. Pirsa min ev e: Gelo ew difikire ku cîhanê gavên pêwîst ji bo parastina Kurdan avêtine? Kurd wekî neteweyeke bêdewlet in ku herî kêm rûbirûyî du komkujiyan bûne piştî Holocaustê: Şalawên Enfalê yên Sedam Husên di salên 1980yî de û komkujiya Êzidiyan ji aliyê DAIŞê ve nêzîkî 10 salan berê?

Stephane Dujarric: Civaka navneteweyî her tim dikare ji bo parastina kesên herî bêderet karên zêdetir bike. Em her tim dikarin karên zêdetir bikin lê ez dikarim ji wê nêrînê û ji nêrîna Sekreterê Giştî ve bibêjim ku em tiştê ji destê me tê pêk tînin. Wekî ku li Sûriyeyê tê dîtin, em hewl didin bigihijin hemû kesên ku pêdiviya wan bi alîkariyê heye, an jî bi lez pêdiviya wan bi hevkariyê heye.

KURDÎ Haberleri

Tuncer Bakirhan: Di pêvajoyê de qutbûn û krîza baweriyê heye
Li Mêrdîn û Rihayê qedexe hat ragihandin
Tom Barrack û Serok Barzanî axivîn: Divê alîkarî here Kobaniyê
Lindsey Graham derbarê Kurdan hişyarî da Trump
Medyaya cîhanê: Kurd bûn qurbanê îxaneta siyaseta welatên Rojava