Nêçîrvan Barzanî û Sergey Lavrov tekezî li hevkariya di warên cuda de kir

.

Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê de bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re civiya.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, “Her du aliyan daxwaza xwe ji bo berfirehkirina hevkariya di warên cuda de dupat kir.”

Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê doh li bajarê Antalyayê yê Tirkiyeyê dest pê kir û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî yek ji wan serokên ku hatine vexwendin e.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê X derbarê civîna xwe ya bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov daxuyaniyek belav kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got:

“Derfeteke baş bû ku ez li Antalyayê bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re civiyam.

Me pêşhatên herêmî û rewşa hevkariya di navbera Herêma Kurdistanê, Îraq û Rûsyayê de gotûbêj kirin.”

Her wiha Serokatiya Herêma Kurdistanê jî daxuyaniyek belav kir û ragihand:

“Di civînê de pêwendiyên Rûsyayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re, bi taybetî di warê aborî de hatin gotûbêjkirin.

Her wiha derbarê rewşa giştî ya Îraqê û herêmê û pêşhatên siyasî û ewlehiyê bîr û raman hatin guhertin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin:

“Her du aliyan tekezî li ser wê yekê kir ku ew bi girîngiyê li pêwendiyên di navbera Rûsya, Îraq û Herêma Kurdistanê de dinêrin.

Wan daxwaza xwe ya ji bo berfirehkirina hevkariya di warên cuda de dupat kir.”

Pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê û rewşa Sûriyeyê û çend mijarên din ên girîng mijarên din ên civînê bûn.

Nêçîrvan Barzanî doh di çarçoveya Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê de bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer re civiya.

KURDÎ Haberleri

Pizîşkiyan: Em dê pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re bi pêş bixin
Wezîrê Karên Navxwe yê Îranê: Divê PKK û PJAK çekên xwe deynin
Komela Nivîskarên Feqiyê Teyran êrîşa li ser nivîsîngeha Mesrûr Barzanî şermezar dike
NY: Di 2025an de 350 xebatkarên me yên alîkariyê mirine
Buldan: Birêz Ocalan dê di Desteya Bêçekbûn û Siyasîbûnê de cih bigire