Nêçîrvan Barzanî êrişa li Amerîkayê şermezar kir

.

 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî êrişa li eyaletê New Orleansê ya Amerîkayê bi tundî şermezar kir.

Li New Orleansê kesekî bi kamyonê da ser xelkê û di bûyerê de 15 kesan canê xwe ji dest da û 35 kes jî birîndar bûn.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û ew êriş bi tundî şermezar kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de nivîsiye:

"Ez bi tundî êrişa li ser xelkê bêguneh ê New Orleansê şermezar dikim.

Bîr û duayên min li gel wan kesan e ku ji ber vê kiryara hovane bûne qurbanî.

 Em di vê dema zehmet de li gel gelê Amerîkayê ne."

Kesekî bi navê Şemsedîn Cebar êvara çarşemê, bi kamyonê da ser xelkê  û di encamê de 15 kssan canê xwe ji dest da û 35 kes jî birîndar bûn.

 Rayedarên Amerîkayê ew êriş wekî êrişeke terorîstî bi nav kir.

Li gorî agahiyên FBIyê, Şemsedîn Cebarî 42 salî ye, welatiyê Amerîkayê ye û li eyaleta Texasê mezin bûye û 10 salan di nava artêşa wî welatî de xizmeteke leşkerî kiriye.

Her wiha berpirsên FBIyê dibêjin, li pişt komyona êrişkarî alayeke DAIŞê hatiye dîtin.

KURDÎ Haberleri

Li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bîlançoya giran a trafîkê: Di 6 mehan de 129 kes mirin
Ji bo 6 parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyariya barîna tozê hat dayîn
Projeyasa di Komîsyona Dadê de hat qebûlkirin
Gef li bavê Rojîn Kabaîşê xwaribûn: 2 gumanbar hatin girtin
Parêzgarê Hisîçayê: Sibe 600 malbat dê vegerin Serê Kaniyê