Mezlûm Ebdî bi şandeyeke hikûmeta Sûriyeyê re civiya

.

Mezlûm Ebdî ragihand ku wî şandeyeke hikûmeta Sûriyeyê pêşwazî kiriye û ew li ser çend mijarên girîng gihîştine peymanekê.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.

Mezlûm Ebdî di daxuyaniya xwe de nivîsî:

"Ez bi pêşwazîkirina Nûnerê Serokatiyê Birêz Ziyad Ayiş û Fermandarê Feyleqa Duyem Birêz Ewad Casim serbilind bûm."

Ebdî diyar kir ku wan di hevdîtinê de li ser çend dosye û pirsgirêkên girîng ên girêdayî ewlehî û aramiya parêzgeha Hisîçayê gotûbêj kiriye.

Fermandarê Giştî yê HSDyê amaje bi wê yekê jî kir ku wan di civînê de qala "çareserkirina destdirêjiyên li ser saziyên dewletê, dosyeya koçberan û her wiha lezkirin û temamkirina pêvajoyên entegrasyonê" kiriye.

Mezlûm Ebdî di parvekirina xwe de destnîşan kir ku ew gihîştine çend çareseriyan û pê de çû:

"Me hest bi atmosfereke erênî û gavên cidî yên ji bo çareserkirina van dosyeyan kir ku bi awayekî xizmeta ewlehî û aramiya parêzgehê bike."

KURDÎ Haberleri

Îranê bersiva da Trump: Tengava Hurmizê di bin kontrola me de ye
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê: Em dê xebatên destûreke sivîl bidomînin
Ensarîoglu: Yasaya nû dê aştiyê bîne Rojhilata Navîn
Ukrayna: Di nav artêşa Rûsyayê de şervanên Îraqî hene
Komîteya Koçberên Serê Kaniyê: Hikûmeta Şamê ji ewlehiya koçberên vegeriyayî berpirsiyar e