Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Urdinê civiyan

.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di çarçoveya Lûtkeya Hikûmetên Cîhanê de li bajarê Dubaiyê yê Îmaratê li gel Serokwezîrê Urdinê Cafer Hessan civiya.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de rewşa giştî ya Îraq û herêmê û rûdanên dawî hatin gotûbêjkirin.

Silavên Şah Ebdulah

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Serokwezîrê Urdinê Cafer Hessan silavên Şah Ebdulahê Duyem gihandine Serokwezîr Mesrûr Barzanî.

Her wiha xwesteka Urdinê ya ji bo bipêşxistina zêdetir a pêwendiyên dualî yên li gel Herêma Kurdistanê hat ducarekirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî di civînê de kêfxweşiya xwe ya ji bo piştevaniya Urdinê û bi taybetî ya Şah Ebdulahê Duyem a ji bo Herêma Kurdistanê anî ziman û spasiya wan kir.

KURDÎ Haberleri

Komela Nivîskarên Feqiyê Teyran êrîşa li ser nivîsîngeha Mesrûr Barzanî şermezar dike
NY: Di 2025an de 350 xebatkarên me yên alîkariyê mirine
Buldan: Birêz Ocalan dê di Desteya Bêçekbûn û Siyasîbûnê de cih bigire
Partiyên Bakur êrîşa dijî Ofîsa Serokwezîr Mesrûr Barzanî şermezar dikin
DEM Partiyê bangî Bexdayê kir: Êrişa li Hewlêrê ronî bikin