Lindsey Graham derbarê Kurdan hişyarî da Trump

.

Senatorê Komarî yê Amerîkayê Lindsey Graham û derbarê helwesta li hemberî Kurdan û xwenîşanderên Îranê hişyariyek da Serokê Amerîkayê Donald Trump.

Graham got, "Terikandina Kurdên wêrek dê bibe mîna Benghaziyeke milyon caran mezintir.”

Lindsey Graham li ser hesabê xwe yê tora civakî Xê peyamek belav kir û ji Serokê Amerîkayê Donald Trump xwest ku di vê dema metirsîdar de biryarên rast bide.

Graham di peyama xwe de bal kişand ser girîngiya parastina hevpeymanan û got:

"Dîrok ji me re dibêje biryara rast ew e ku em li kêleka wan kesên ku bi Amerîkayê re disekinin û ji bo doza me ya hevpar fedakariyê dikin bisekinin.

Her wiha dîrok ji me re dibêje ku nabe tawîz ji xerabiyê re were dayîn, divê were têkbirin."

"Kurdên wêrek dostên Amerîkayê ne"

Senatorê Amerîkayê diyar kir ku divê Amerîka li dostên xwe xwedî derkeve û wiha pê de çû:

"Divê gelê me wan kesên ku li hemberî zilmê dostaniya Amerîkayê dikin li xwe bigire wekî xwenîşanderên li Îranê û Kurdên wêrek."

Şibandina "Benghazi"yê

Graham êrişa sala 2012an a li Konsulxaneya Amerîkayê ya li Benghaziyê ya Libyayê bi bîr anî û hişyariyeke cidî da:

"Dema me gelê xwe li Benghaziyê terk kir ez tînim bîra xwe, ez çi qasî nerehet bûm.

Ez dê heta roja mirina xwe Hillary Clintonê ji ber vê yekê sûcdar bikim. Ev biryarên dijwar in.

Lê bi nêrîna min, terikandina gelê Îranê û Kurdên wêrek dê bibe mîna Benghaziyeke milyon caran mezintir."

Graham di dawiya peyama xwe de baweriya xwe bi Trump anî ziman û got, "Ez bawer im ku Serok Trumpê ku ji bo parastina Amerîkayê karekî nuwaze kiriye, dê biryara rast bide."

KURDÎ Haberleri

Pizîşkiyan: Em dê pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re bi pêş bixin
Wezîrê Karên Navxwe yê Îranê: Divê PKK û PJAK çekên xwe deynin
Komela Nivîskarên Feqiyê Teyran êrîşa li ser nivîsîngeha Mesrûr Barzanî şermezar dike
NY: Di 2025an de 350 xebatkarên me yên alîkariyê mirine
Buldan: Birêz Ocalan dê di Desteya Bêçekbûn û Siyasîbûnê de cih bigire