Li zanîngehê pevçûn: Birîndar hene

Li Zanîngeha Ataturkê ya Erziromê du grûp pev çûn û 4 kes birîndar bûn.

Bûyerê derengiya şeva borî li şevîmana zanîngehê rû da.

Li gorî agahiyan, di nav kesên ku bi hev çûne de xwendekarên zanîngehê jî hebûne.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûne cihê pevçûnê.

Tîman birîndar bi ambulansan veguhestin nexweşxaneyên li bajêr.

Polîsan li cihê pevçûnê tedbîrên ewlehiyê zêde kirin û li ser bûyerê 10 kes desteser kirin.

Li hêla din, li ser sedema pevçûnê ti agahî nehatine belavkirin.

rudaw

KURDÎ Haberleri

Komela Nivîskarên Feqiyê Teyran êrîşa li ser nivîsîngeha Mesrûr Barzanî şermezar dike
NY: Di 2025an de 350 xebatkarên me yên alîkariyê mirine
Buldan: Birêz Ocalan dê di Desteya Bêçekbûn û Siyasîbûnê de cih bigire
Partiyên Bakur êrîşa dijî Ofîsa Serokwezîr Mesrûr Barzanî şermezar dikin
DEM Partiyê bangî Bexdayê kir: Êrişa li Hewlêrê ronî bikin