Li Wanê ji nişka ve berf bariya û rêncberan tengasî kişand

Li navçeya Payîzavayê ya parêzgeha Wana Bakurê Kurdistanê ji nişka ve berf bi ser rêncberên ku heywanên xwe diçêrandin de bariya.

Li bajêr duh baran bariya û paşê bi sermayê re li deverên bilind berf ket.

Li navçeya Payîzavayê bişev ji nişka ve berfê lêkir û rêncberên gundan tengasî kişandin.

Resul Şenê ku heywanên xwe li mêrgê diçêrand, diyar kir ku wî ji ber berfê tengasî kişand û heywanên xwe anîn jêrê.

“Berf îsal pir zû bariya”

Resul Şen her wiha da zanîn ku berf ji nişka ve bariya û got:

"Min û birayê xwe me hezar û 660 serî pez bi sax silamet berjêr kirin. Berf îsal pir zû bariya.

Tu amadehiya me tunebû. Em ji niha ve alifê zivistanê bidin heywanan, em dê zerer bikin."

KURDÎ Haberleri

Komela Nivîskarên Feqiyê Teyran êrîşa li ser nivîsîngeha Mesrûr Barzanî şermezar dike
NY: Di 2025an de 350 xebatkarên me yên alîkariyê mirine
Buldan: Birêz Ocalan dê di Desteya Bêçekbûn û Siyasîbûnê de cih bigire
Partiyên Bakur êrîşa dijî Ofîsa Serokwezîr Mesrûr Barzanî şermezar dikin
DEM Partiyê bangî Bexdayê kir: Êrişa li Hewlêrê ronî bikin