Li Şingalê goreke bikom hat dîtin

Li Şingalê goreke bikom hat dîtin ku ji dema DAIŞê maye.

Berpirsê Saziya Mafên Miroavan a Petrichorê Xeyrî Elî li ser mijarê agahî dan Tora Medyayî ya Rûdawê.

Xeyrî Elî da zanîn, dema hinek karker ji bo çêkirina rê li Sîba Şîx Xidir dixebitîn wan goreke bikom dîtiye.

Xebatkaran piştî derketina vê gorê xeber daye hêzên ewlehiyê.

Xeyrî Elî diyar kir ku hîn nediyar e bê ma hestiyên çend kesan di vê gorê de hene û got:

“Gor sala 2014an hatiye kolan û ev kes bi destên DAIŞê hatine kuştin.”

Endamên Saziya Mafên Miroavan a Petrichorê yên ku çûne cihê gor lê hatiye dîtin hemû agahiyên berdest bi hêzên ewlehiyê re parve kirine.

DAIŞê 3yê Tebaxa 2014an êrişî Şingalê kir û herî kêm 6 hezar Kurdên Êzidî revandin.

Hinek ji dîlan li nava Şingalê û hinek jî li derdora wê kuştin.

Li gorî amarên fermî, heta niha 93 gorên bikom hatine dîtin.

55 ji van goran hatine vedan lê 38 gor heta vêga jî nehatine vedan.

rudaw kurdi

KURDÎ Haberleri

Li Edirneyê di mehekê de hezar û 96 koçber hatin girtin
Hikûmeta Kurdistanê ji Hikûmeta Îraqê xwest rêzê li peymana hatiye îmzekirin bigire
Du helîkopter li hewayê li hev qelibîn: 10 mirî
Îraq û Amerîkayê 18 peyman îmze kirin
Hestiyên kurê wê bi kargoyê jê re şandibûn: Halîse Aksoy hat berdan