Senatoya Fransayê mazûvaniya konferanseke bilind a li ser stratejiyên ewlehiya Ewropayê û Doza Kurdan kir.
Di civîna ku di bin çavdêriya Senator Xavier Iacovelli de hat lidarxistin de rûdanên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê û rola Ewropayê hatin gotûbêjkirin.
Di konferansa ku bi sernavê "Ezmûna Ewlehiya Ewropayê: Doza Kurdan" li Senatoya Fransayê hat lidarxistin de parlamenter, berpirsên hilbijartî yên xwecihî, nûnerên komeleyên Kurd û komên kêmîneyan li hev civiyan.
Her wiha Serokê Koma Dostaniya Fransa-Tirkiyeyê jî beşdarî konferansê bû û beşdarî nirxandina perspektîvên cuda bû.
"Nabe Ewropa tenê temaşevan be"
Serokê Komarparêz Jean-Michel Blanquer di axaftina xwe ya konferansê de diyar kir ku binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî Kurdan parçeyek ji zincîra berpirsyariya cîhanî ne.
Blanquer bi bîr xist ku encamên şênber ên van binpêkirinan hene û got:
"Li hemberî vê rastiyê Ewropa nabe tenê wekî temaşevanekê bimîne.
Kapasîteya tevgerê ya Ewropayê ya di warên siyasî, dîplomatîk û ewlehiyê de îro di ezmûnekê re derbas dibe.
Mafên mirovan, îstiqrara herêmî û ewlehiya Ewropayê bi xurtî bi hev ve girêdayî ne û ji hev cuda nayên fikirîn."
Banga ji bo HSD û Rojavayê Kurdistanê
Beşdarê konferansê, Serokê Koma "Paris en Commun"ê ya Konseya Parîsê û Senatorê Sosyalîst Remi Feraud jî bal kişand ser rewşa dawî ya Sûriyeyê.
Feraud diyar kir ku divê piştî rêkeftina agirbestê ya di navbera hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de, rewşa mirovî û siyasî ya li herêmê ji nêz ve were şopandin.
Senator Feraud bal kişand li ser berdewamiya piştevaniya ji bo hêzên Kurdan û got:
"Em ji bo nirxandina rewşa piştî rêkeftina agirbestê ya li bakurrojhilatê Sûriyeyê û domandina seferberiya li ser navê Kurdên Rojavayê Kurdistanê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk li vir in."