Li Nîjeryayê 15 kes hatin kuştin

Li eyaleta Kebbiyê ya li bakurê Nîjeryayê 15 kes hatin kuştin.

Li gorî medyaya neteweyî ya Nîjeryayê, rêxistineke terorê ya bi “Lakurawa” derketiye holê.

Lakurawayê li herêma Augieyê ya eyaleta Kebbiyê êrişeke bi çekan pêk aniye.

Di vê êrişê de 15 kes hatine kuştin û gelek kes jî hatine birîndarkirin.

Dîrektorê Operasyonên Medyayê yê Wezareta Parastinê ya Nîjeryayê Edward Buba berê gotibû ku li bakurê Nîjeryayê rêxistineke nû ya terorê derketiye holê.

Ev bi salan e ku Boko Haram û ISWAP li Nîjeryayê çalakiyên terorê li dar dixin.

KURDÎ Haberleri

Komela Nivîskarên Feqiyê Teyran êrîşa li ser nivîsîngeha Mesrûr Barzanî şermezar dike
NY: Di 2025an de 350 xebatkarên me yên alîkariyê mirine
Buldan: Birêz Ocalan dê di Desteya Bêçekbûn û Siyasîbûnê de cih bigire
Partiyên Bakur êrîşa dijî Ofîsa Serokwezîr Mesrûr Barzanî şermezar dikin
DEM Partiyê bangî Bexdayê kir: Êrişa li Hewlêrê ronî bikin