Li Mekeyê 922 heciyan canê xwe ji dest da

Heta niha li bajarê Mekeyê yê Erebistana Siûdiyê, di dema bicihanîna erkên Hecê de herî kêm 922 heciyan wefat kir.

Îsal ji bo pêkanîna erkên hecê 1,8 milyon mirov çûne hecê.

Dîplomatên Ereb ji AFPyê re ragihand ku 922 heciyan ji ber germa û nexweşiyan canê xwe ji dest da.

Li gorî wan çavkaniyan herî kêm 600 ji wan Misirî ne.

Di nava 922 heceiyên ku canê xwe ji dest daye de 18 kes ji Başûrê Kurdistanê ne û 3 ji Rojhilatê Kurdistanê, 4 ji Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê û 4 ji Bakûrê Kurdistanê ne.

Herwiha 132 kes Endonezyayê, 68 Hindistanî, 60 Urdinî, 35 Tûnisî, 11 Îranî û 3 jî Senîgalî ne.

KURDÎ Haberleri

Komela Nivîskarên Feqiyê Teyran êrîşa li ser nivîsîngeha Mesrûr Barzanî şermezar dike
NY: Di 2025an de 350 xebatkarên me yên alîkariyê mirine
Buldan: Birêz Ocalan dê di Desteya Bêçekbûn û Siyasîbûnê de cih bigire
Partiyên Bakur êrîşa dijî Ofîsa Serokwezîr Mesrûr Barzanî şermezar dikin
DEM Partiyê bangî Bexdayê kir: Êrişa li Hewlêrê ronî bikin