Li Kolombiyayê di erdheja bi hêza 7,4 pileyan de hejmara kesên ku mirine derket 132yan.
Yekitiya Paytextan a Kolombiyayê (Asocapitales) li ser rewşa dawî ya piştî erdhejê daxuyaniyek da.
Li gorî daxuyaniyê, di erdhejê de 132 kes mirine û bêhtirî 700 kesî jî birîndar bûne.
Li 5 bajaran alarm
Li gorî medyaya neteweyî, li bajarên Pereira, Cali, Quibdo, Manizales û Armeniayê "alarma sor" hatiye ragihandin.
Li van bajaran ji ber sedemên ewlehiyê qedexeya derketina derve hat danîn.
Di nav bajarên ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê li wan berdewam dikin de, herî zêde li Pereirayê mirov mirin ku hejmara wan 60 e.
188 kes winda ne
Medyaya welêt ragihand ku ji bo 188 kesên winda serlêdan hatine kirin.
Ji ber vê yekê tirs heye ku hejmara miriyan hîn bêhtir bibe.
Li bajarê Caliyê yê ku sêyemîn bajarê herî mezin ê welêt e, hinek rê herifîn û 10 nexweşxane ji xizmetê ketin.
Ji paytext Bogotayê û bajarê Medellinê tîmên rizgarkirinê ji bo piştgiriyê şandin herêmê.
Li bajarên Quibdo û Manizalesê jî erdhej bû sedema qutbûna av, kareba, înternet û rawestîna veguhastinê.
Li Caliyê qedexeya derketina derve
Serokê Şaredariya Caliyê Alejandro Eder li ser mijarê daxuyaniyek da.
Eder diyar kir ku ji bo parastina ewlehiyê û rêlibergirtina diziyê qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.
Wî got ku ev biryar ji bo ku tîmên hewarçûnê karên xwe bi lez û bi ewlehî bikin hatiye girtin.
Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) ragihand ku navenda erdhejê 5 kîlometreyan li rojhilatê bajarokê San Jose del Palmarê ye ku li rojavayê Kolombiyayê ye.
Bandora li welatên cîran
Erdhej her wiha li welatên wekî Venezuela, Ekvador û Panamâyê jî hat hîskirin.
Li gorî nûçeya malpera Telesurê ya Venezuelayê, li Venezuelayê jî hinek avahî herifîne.
Her wiha katedralekê û balafirgehekê jî zerer dîtiye.