Li Balikesîrê teqîn: Gelek mirî û birîndar hene

Li fabrîqeyeke muhîmatan a li navçeya Karesiyê ya parêzgeha Balikesîrê ya Tirkiyeyê teqîn çêbû.

Li gorî zanyariyên destpêkê 12 kes mirine û gelek kes jî birîndar bûne.

Li navçeya Karesê di tesîsa hilberîna teqemeniyan de saet derdora 08:30î teqînek pêk hat.

Di encama teqînê de şewat derketiye û zirareke mezin gihîştiye fabrîqeyê.

Parêzgarê Balikesîrê Îsmaîl Ustaoglu da zanîn ku di encama teqînê de 12 kes mirine û 3 kes jî birîndar bûne.

Her wiha parêzgar anî ziman ku îhtîmala sabotajê tune ye.

Li aliyê din, li gorî agahiyên hatine belavkirin, hinek karker di kargehê de asê mane.

Ustaoglu diyar kir ku agir hatiye vemirandin û xebatên rizgarkirinê dest pê kiriye.

4 dozger hatin erkdarkirin

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç jî li ser teqînê daxuyaniyek belav kir.

Yilmaz Tunç da zanîn ku li ser teqînê lêpirsîn hatiye destpêkirin û di bin koordînasyona wekîlê serdozgerekî komarê de 4 dozgerên komarê hatine erkdarkirin.

KURDÎ Haberleri

Tuncer Bakirhan: Kurd li dijî bêstatubûna 100 salî rabûn ser pêyan
Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Urdinê civiyan
Li 22 bajaran 96 kes hatin desteserkirin
Rûsya: Em amade ne uranyuma Îranê wergirin
Li Senatoya Fransayê ‘Konferansa Doza Kurdan’ hat lidarxistin