Kurtulmuş bersivand: Gelo dê Erdogan dîsa bibe namzed?

Numan Kurtulmuş li ser angaştên derbarê namzedbûna Erdogan got, “Min tiştekî wiha nebihîstiye.”

“Makezagona nû” demên dawiyê xalek ji xalên sereke yên rojeva Tirkiyeyê ye.

Li gorî qanûnên heyî Erdogan nikare careke din bibe namzedê serokkomariyê.

Gelek kes û alî dibêjin ku Erdogan ji bo rê li ber namzedbûna xwe veke dixwaze makezoganê (destûra bingehîn) biguhere.

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş dema hevdîtinên budceyê pirsên parlamenteran bersivandin.

Serokwekîlê Koma ÎYÎ Partiyê Bugra Kavuncu ev angaştên li ser namzediya Erdogan bi bîr anîn û da zanîn ku de partiya wan piştgiriyê nede hewleke bi vî rengî.

“Min gotineke wiha nebihîstiye”

Numan Kurtulmuş xwest ku kes li gorî pêşdarazan tevnegere û got:

“Na karê Meclisê ye ku rê li ber hilbijartina ducare ya Birêz Serokkomar veke.

Min di xebatên makezagonê de heta niha gotineke wiha ji devê ti kesî nebihîstiye.

Ji ber vê jî ez rica dikim ku ev pêvajo li ser bingeha pêşdarazan neyê meşandin.”

KURDÎ Haberleri

Ji bo berdana 55 hezar girtiyan amadehî tê kirin
Serok Barzanî: Serkeftina tîma Dihokê, serkeftina hemû Kurdistanê ye
Nêçîrvan Barzanî û Sergey Lavrov tekezî li hevkariya di warên cuda de kir
Serok Barzanî û Mihemed Şiya Sûdanî rewşa Îraq û herêmê gotûbêj kir
Fransa: Em hêvî dikin ku diyaloga HSD û desthilata demkî berdewam bike