Komîsyona Dadê ya Parlamentoya Tirkiyeyê ji bo pêşniyaryasayê dicive

.

 Gotûbêjên li ser pêşniyaryasaya "Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî" ya ku di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de hatiye amadekirin di Komîsyona Dadê ya Parlamentoya Tirkiyeyê de dest pê dikin.

Pêşniyaryasaya "Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî" ji 12 madeyan pêk tê.

Pêşniyaryasa roja çarşemê bi îmzeya derdora 360 parlamenterên partiyên AK Partî, MHP, DEM Partî, CHP û HUDA PARê pêşkêşî Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê hat kirin.

Di nav pêşniyaryasa de ji bo endamên PKKyê yên ku çekan deynin bipaşxistina lêpirsîn û tawanan heye.

Lê ev yek bi şertê ku Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê (MGKyê) çekdanîn û fesixbûnê bi awayekî fermî piştrast bike.

Pêvajoya yasayîbûnê

Biryar e îro Komîsyona Dadê ya Parlamentoya Tirkiyeyê li ser madeyên pêşniyaryasayê dest bi gotûbêjan bike.

Piştî ku di komîsyonê de were qebûlkirin, pêşniyaryasa dê biçe Civata Giştî ya Parlamentoyê da ku dengdan li ser were kirin.

Tê plankirin ku piştî dengdanê herî dereng heta roja duşemê pêşniyaryasa bibe yasa û bikeve meriyetê.

KURDÎ Haberleri

Parêzgarê Hisîçayê: Sibe 600 malbat dê vegerin Serê Kaniyê
Hadî Amirî bangî komên çekdar kir: Bersiva xwe bi paş bixin
Petrol erzan bû
Erdogan li ser pêşniyaryasayê daxuyaniyek belav kir
PDK: Gotinên Parêzgarê Kerkûkê yên li ser Madeya 140î hewldana fitneyê ne