Ji bo berdana 55 hezar girtiyan amadehî tê kirin

.

Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê ji bo girtiyan amadehiya yasayekê dike ku dema “berdana bikontrol” derxe 3 salan û di vê çarçoveyê de 55 hezar girtî bên berdan.

Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê xebatên Pakêta Dadweriya Cezayê ya derbarê darizandinên cezayê temam kir.

Li gorî projeyasayê, rê li ber berdana nêzîkî 55 hezar girtiyan tê vekirin.

Projeyasa bi armanca kêmkirina qerebalixiya li girtîgehan hatiye amadekirin û piştî erêkirina Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan dê ji Parlamentoya Tirkiyeyê re bê pêşkêşkirin û deng li ser bê dayîn.

Li gorî projeyasayê, ji bo girtiyên ku beriya 31ê Tîrmeha 2023yan sûc kirine û hîn jî di girtîgehê de ne, dema “berdana bi kontrol” dê bo 3 salan bê dirêjkirin.

Girtiyên ku 3 sal cezayê wan mabe dê bên berdan

Bi vî awayî dê girtiyên ku 3 sal cezayê wan mabe bên berdan.

Li gorî medya Tirkiyeyê, di nav projeyasayê de ji bo girtiyên nexweş jî xalek heye lê ev projeyasa girtiyên siyasî ku ji “tawanên terorê” ceza wergirtine li xwe nagire.

Ji aliyê din ve, roja Înê 18ê Nîsanê tê gotin ku Wezîrê Dadê Yılmaz Tunç li gel Şanda DEM Partiyê ya Îmraliyê hevdîtinê bike û pirsgirêka girtiyên nexweş di wê civînê de bê rojevê û di vî warî de çareseriyek bê dîtin.

Li girtîgehan qerebalixiyeke zêde heye

Li gorî amarên Rêveberiya Giştî ya Girtîgehan tevî ku cihê manê yê giştî li girtîgehên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 300 hezar kes e jî niha nêzîkî 403 hezar girtî hene.

Li gor kapasîteyê 103 hezar girtiyên zêde hene.

KURDÎ Haberleri

Pizîşkiyan: Em dê pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re bi pêş bixin
Wezîrê Karên Navxwe yê Îranê: Divê PKK û PJAK çekên xwe deynin
Komela Nivîskarên Feqiyê Teyran êrîşa li ser nivîsîngeha Mesrûr Barzanî şermezar dike
NY: Di 2025an de 350 xebatkarên me yên alîkariyê mirine
Buldan: Birêz Ocalan dê di Desteya Bêçekbûn û Siyasîbûnê de cih bigire