Ji bo 6 parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyariya barîna tozê hat dayîn

.

Birêvebiriya Giştî ya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji ber pêleke tozbarînê ya ku tê çaverêkirin bandorê li parêzgehên Bakurê Kurdistanê bike hişyarî da welatiyan û xwest ku tedbîrên pêwîst wergirin.

Birêvebiriya Giştî ya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê rapora xwe ya rojane ya li ser rewşa hewayê belav kir.

Li gorî raporê, tê pêşbînîkirin ku li parêzgehên wekî Dîlok, Riha, Mêrdîn, Sêrt, Êlih û Şirnexê yên Bakurê Kurdistanê toz bibare.

Ji ber vê yekê ji welatiyan hat xwestin ku ji bo rewşên neyînî hişyar bin.

Saziyê destnîşan kir ku di pileyên germahiyê de guherîneke berbiçav nayê çaverêkirin û hewaya germ dê li herêmê berdewam bike.

Bijîşk jî hişyariyê didin ku zarok, pîr û kal û kesên nexweşiya wan a bêhnçikînê heye, di demjimêrên ku tozbarîn zêde dibe de ji malên xwe dernekevin.

KURDÎ Haberleri

Li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bîlançoya giran a trafîkê: Di 6 mehan de 129 kes mirin
Projeyasa di Komîsyona Dadê de hat qebûlkirin
Gef li bavê Rojîn Kabaîşê xwaribûn: 2 gumanbar hatin girtin
Parêzgarê Hisîçayê: Sibe 600 malbat dê vegerin Serê Kaniyê
Komîsyona Dadê ya Parlamentoya Tirkiyeyê ji bo pêşniyaryasayê dicive