Îraq: Banga Ocalan girîng e

.

Wezareta Karên Derve ya Îraqê derbarê banga Ocalan got, “Ev ji bo pêkanîna aramiya herêmê gaveke erênî û girîng e.”

Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan doh xwest ku PKK xwe fesix bike û çekan deyne.

Wezareta Karên Derve ya Îraqê îro derbarê banga Ocalan daxuyaniyek da û diyar kir ku ew wê banga Ocalan pêşwazî dikin.

Wezareta Karên Derve ya Îraqê di daxuyaniya xwe de got:

“Çekdarên PKKyê li deverên cuda yên Herêma Kurdistanê û çend deverên din hene.

Ev destpêşxerî ji bo bihêzkirina ewlehiyê gaveke gelek girîng e ne tenê li Îraqê lê ji bo seranserê herêmê girîng e."

Wezaretê tekez kir ku ji bo çareserkirina nakokî û û bidawîkirina pirsgirêkan du rêyên herî baş in  ku di berjewendiya hemû aliyan de be û pêkvejiyana aştiyane bi hêz bikin.

Wezareta Karên Derve ya Îraqê her wiha piştgiriya xwe ji bo hemû hewlan çareserkirina kêşeyan ên bi rêya diyalogê nîşan da û hêvî ki ku ew daxwaza Ocalan bibe gavên pratîkî û lezgîn ji bo PKK çekan deyne.

rudaw

KURDÎ Haberleri

Parêzgarê Hisîçayê: Sibe 600 malbat dê vegerin Serê Kaniyê
Komîsyona Dadê ya Parlamentoya Tirkiyeyê ji bo pêşniyaryasayê dicive
Hadî Amirî bangî komên çekdar kir: Bersiva xwe bi paş bixin
Petrol erzan bû
Erdogan li ser pêşniyaryasayê daxuyaniyek belav kir