Îranê pêşniyara Trump a rawestandina şer red kir

.

Berpirsên Îran û Îraqê radigihînin ku Tehranê pêşniyara Serokê Amerîkayê Donald Trump a ji bo rawestandina şer red kiriye.

Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî peyama Washingtonê gihand Tehranê.

Di heman demê de Trump gefa wêrankirina binesaziya Îranê dixwe.

Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî tenê çend roj berê çû serdana Koşka Spî û bi Trump re hevdîtinek kiribû. Pişt re bi serokatiya şandeyeke bilind a hikûmetê çû Tehrana paytexta Îranê.

Elî Zeydî li wir bi Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan re civiya.

Wî her wiha bi Serokê Parlamentoyê Mihemed Baqir Qalîbaf û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî re jî hevdîtin kir lê ev hewldana navbeynkariyê têk çû.

Hûrgiliyên pêşniyara Amerîkayê ya agirbestê bi tevahî eşkere nebûye lê berpirsên Îranê ji rojnameya New York Timesê re gotiye ku Tehran daxwaza peymaneke demkî nake.

Wan got ku ew naxwazin çarenivîsa kontrolkirina Tengava Hurmizê bê çareserî bimîne.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî jî li ser vê mijarê axivî.

Ebas Eraqçî ji televîzyona fermî ya welatê xwe re got ku pêwendiyeke Îraq û Îranê ya kûr a siyasî, aborî û ewlehiyê heye.

Eraqçî destnîşan kir ku ev serdan di vê rewşê de xwedî girîngiyekê bûye lê wî tekez kir ku pirsgirêk ne navbeynkar in û got:

"Pirsgirêk ne gihandina peyamê ye, nêrîna Amerîkayê ye ku nêrîneke ne mentiqî, çavbirçî û xwesepandiniyê ye."

Zêdebûna êrişan

Di çend hefteyên borî de, asta tundiya di navbera Washington û Tehranê de bi berdewamî zêde bûye.

Hêzên Amerîkayê çend caran baregehên leşkerî yên Îranê bombebaran kirine.

Wan her wiha binesaziyên sivîl jî armanc girtin, wekî stasyonên trênê, balafirgeh, pir û benderan.

Li hemberî vê jî Îranê bersiv da û wan bi mûşekên balîstîk û dronan êrişî baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn kir.

Du berpirsên bilind ên Îranê eşkere kir ku artêşa welatê wan xwe amade dike.

Ev amadekarî ji bo îhtimala berfirehbûna şer e, bi taybetî eger Trump gefa xwe ya li ser lêdana bajarê Tehranê bi cih bîne.

Trump her wiha gef li binesaziyên hestyar jî dixwe.

Wan berpirsan hişyarî da ku eger Amerîka wê gavê biavêje, Îran dê şer li herêmê belav bike ku ev dikare êrişkirina Tel Avîvê jî di nav xwe de bihewîne.

Îran her wiha dê ji Hûsiyên Yemenê bixwaze ku Tengava Bab El-Mendebê ya li Deryaya Sor bigirin.

Roja Pêncşemê li Meydana Azadiyê ya Tehranê dîmeneke balkêş hat dîtin ku meydan bûbû navenda komkirina alîgirên hikûmetê ya ji bo piştgiriya şer.

Wesayîtên leşkerî çend mûşekên balîstîk ên Îranê nîşan dan.

Ev jî wekî peyameke hêzê bû. Ev di demekê de qewimî ku hewldanên dîplomatîk ji bo gihîştina agirbestê negihîştine ti encaman.

KURDÎ Haberleri

Sirri Sakik û Murat Kurum civiyan
Îranê êrişî baregehên Amerîkayê kir
Tirkiye û Sûriyeyê li ser vekirina deriyê Nisêbîn-Qamişloyê li hev kir
Îranê bîlançoya êrişên dawî eşkere kir
Baroya Rihayê: Bila termê Seîdê Kurdî li gora wî were vegerandin